Mesrur Barzani pêşwaziya Jon Wilks kir

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks kir.

Îro danê sibê Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê, Jon Wilks û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, ku konsûlê Brîtanya li Hewlêrê Martin War jî amade bû, behsa rewşa Kurdistan û Iraqê û Rojhilata Navîn hat kirin her wiha behsa hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê jî hat kirin. Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî mijareka din ya rojeva civînê bû.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de rûpeleka nû vebûye û ragihand, ew hêvîdar in di demek nêzîk de arîşeyên asê yên navbera her du aliyan de çareser bibin û zemîne bo aştiya giştî û pêşxistina welat pêk were.

Balyozê Brîtanya jî pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir ku bûye kandîdê serokwezîrtiya Kurdistanê, jê re daxwaza serkeftinê kir. Wî dîplomatê Brîtanî anî ziman ku welatê wî dê alîkariya Herêma Kurdistanê bike da ku zêdetir pêş bikeve.

Nerîna min :