Mesrûr Barzanî li gel şandeke hêzên hawpeymanan civiya

Îro sêşem 09.06.2020 Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke hêzên hevpeymanan kir ku ew şand bi Serokayetiya Major General Gerald Strekland Cîgirê Fermandeyê Operasyona Hevbeş ya Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Suriye pêkhatibû.
Li hevdîtinê de ku Steven Fagin Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr amade bû, girîngiya hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna gefên Da’îş guftûgo kirin.
Serokê Hikûmeta Kurdistanê tîşk xiste li ser proseya çaksazî û reformên Hikûmetê li her dû warên birêvebirin û darayiyê da, bi taybetî jî hengavên çaksaziyên Wezareta Pêşmerge xisterû.
Di derbarê peywendiyên li gel Hikûmeta Federaliya Bexda, Serokê Hikûmetê balkişand li ser wê yekê ku pêwîste kêşe bi awayeke dadperwerane û li ser bingeha destûr bi awayeke bingehîn bêne çareser kirin.