Civak

Mesrûr Barzanî: Helîkoptera li Duhokê ketiye ji aliyê grûpeke YNKê ve hatiye kirîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku helîkoptera ku roja çarşema borî li sînorê Duhokê ketiye xwarê ji aliyê komeke di nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve hatiye kirîn. Mesrûr Barzanî hewiha got ku li ser helîkoptera duyemîn a ku tê gotin ketiye xwarê ti agahiyek wan nîne.

Îro Şemiyê 18ê Adara 2023yan bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 40 nûnerên 83 welatan ahenga pêşwazîkirina cejna Newrozê û serê sala Kurdî li çiyayê Korekê hat lidarxistin. Di wê merasîmê Mesrûr Barzanî behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha helîkoptera ku li Duhokê ketiye xwarê jî kir.

Dije Terora Kurdistanê roja Çarşemê 15ê Adara 2023an ragihand ku li nahyeya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Duhokê helîkopterek kete xwarê, 7 kesan tê de canê xwe ji dest dane ku 4 mêr û 3 jin in, lê nayê zanîn helîkopter a kê ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî duh Înê 17ê Adara 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, di “du helîkopterên” ku ketine de 9 endamên Yekîneyên Antîterorê ya Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di daxuyaniyekê de ragihandibû, di helîkoptera ku ketiye xwarê de 7 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û helîkoptereke din jî ji herêmê çûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi tenê helîkopterekê ketî xwarê kir û got helîkopter “bi eslê xwe ji aliyê komeke di nava YNKÊ de hatine kirîn, lê em nizanin çawa gihiştine destê HSDê. Em nizanin ji bo çi ew li wir bûn û ji ber çi ketine xwarê, hinek nezelalî hene, lewma pêwîstiya vê yekê bi lêkolînîn zêdetir heye. Lêkolîn hatine destpêkirin da ku were zanîn ew helîkopter çi ne û çima li wir bûne.”

Têkildarî helîkoptera duyemîn ku HSD dibêje du helîkoptêr in Mesrûr Barzanî got: “Rojek piştî ketina helîkopterê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk daxuyaniyek da û ragihand ku ew helîkopter û hemû kesên tê de bûn yên wan in. Dezgehên me yên ewlehî û îstixbaratê tenê ketina helîkopterekê piştrast kirine, hîn jî ketina helîkoptera duyemîn jî piştrast nekirin. Em vê yekê red nakin, lê heta niha ev agahî li ber destê me nînin.”

Barzanî got, “Em bi Hevpeymaniya Navdewletî û hikumeta federal a Iraqê re dixebitin ku vê bûyerê bêhtir lêkolîn bikin û bizanin ka çima ev helîkopter bêyî destûr li ser van herêman difirin. Gelek tişt hene ku divê bên eşkerakirin. Hêvî dikim ku em bikaribin bersiveke zelal ji bo gelê xwe û we hemûyan bidest bixin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha behsa Newroz û boneyên Adarê û Newrozê kir û got: “Newroz ji bo me gelek wateyên wê hene û di vê mehê de gelek bûyerên xweş û nexweş hene. Newroz, tê wateya serkeftina ronahiyê bi ser tariyê. Serketina hesinkar bi ser zordariyê ye. Serkeftina gelekî bi ser stemê de ye. Newroz destpêkeke nû ye. Ew salek nû ye. Ez salek baş ji we re dixwazim û Newroza we jî pîroz be.”

Derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî Barzanî wiha axivî: “Ez kêfxweş im ku dibêjim ku piştî gelek civînan di navbera Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê û hevtayên me yên di Hikûmeta Federal de, em gihiştin hin peymanên destpêkê. Di civîna min a dawîn de bi Serokwezîrê Hikûmeta Federal re, em rêkeftin ku pirsgirêk û cûdahiyên xwe biguhezînin bo derfet ku gelek pirsgirêkan çareser bikin û plan bikin ka em çawa ber bi pêş ve biçin û hevahengiyê bikin.”

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku  gelek geşbîn e  dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û got: “Ji bo wan pirsgirêkên ku li ser budceya an yasaya neft û gazê, ewlehî û gelek warên din hene, em dikarin bi hev re bixebitin û xizmeta tevahiya Iraqê bikin.”

Têkildarî pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de, Barzanî da zanîn ku ew hewl didin ku pirsgirêkan çareser bikin û got: “Bi me xweş e Cîgirê Serokwezîr û tîma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî vegerin Encûmena Wezîran û Encûmena Wezîran bikin cihê ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Eger daxwaza me hebe em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin.”

Back to top button