
Serokê Sûriyê Beşar Esed li Firokxaneya Serokatiyê ya Ebû Dhabiyê de, ji aliyê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ve hat pêşwazîkirin.
Piştre Esed li Qesr El-Wetanê û bi Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re civiya.
Her wiha Esma Esed jî dê bi Seroka Yekîtiya Jinan a Giştî, Seroka Desteya Bilind a Dayik û Zarokan û Seroka Bilind a Saziya Geşepêdana Malbatê Şêxa Fatima bint Mubarek re bicive.
Şandek jî di vê serdanê de ligel Serokê Sûriyê bû ku ji Wezîrê Aborî û Bazirganiya Derve Samer El-Xelîl, Wezîrê Karûbarên Serokatiyê Mensûr Ezam, Wezîrê Ragihandinê Butrus Hallaq, Alîkarê Wezîrê Derve Eymen Sosan û berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Sûriyê li Ebû Dhabî Xesan Ebas pêk tê.