Civak

Mesrûr Barzanî destxweşiya serkeftinên Pêşmerge kir

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya Taybet li Twitter nivîsiye, destxweşî li serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereya Tilsiqûf, Başîk, Naweran û Guwêr kir. Di beşekî din de ji peyama xwe Mesrûr Barzanî gotiye: “Pêşmergeyên Kurdistanê baştirîn hêviya dinayê ye jibo têkşikandina çekdarên DAIŞê, herwiha pêwîste  ku Hevpeymaniya Navdewletî Pêşmergeyan dil rast bike ku, ew dê ji DAIŞê pirçektir bibin.” Herwiha nivîsiye: “Ez destxweşiyê li Pêşmerge û fermandeyên qehreman dikim ku di êrîşa îro de çekdarên DAIŞê têkşikandin û nîşan dan ku Kurdistan dê bibe goristana têrorîstan.” Ji aliyekî din ve Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê serxweşî ji malbatên şehîdan re xwest ku xwe dikin bi qurbaniya Kurdistanê û gotiye: “Ez serxweşiyê ji malbatên şêdîdên Pêşmerge û wî serbazê Amerîkî ku îro şehîd bûn dixwazim.”  Bas

Back to top button