Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema pêşwaziya Parlemanterê Brîtanî Nedîm Zehawî de behsa piroseya referandunê li Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku derfeta lidarxistina referandumê, heye. Di wê hevdîtinê de, pêwendiyên herdu aliyan û pêşhatên leşkerî û siyasî yên navçeyê bi giştî û operasyona Mûsilê bi taybetî hatin gotûbêjkirin û derbarê wê operasyonê de Mesrûr Barzanî amaje bi gotûbêjên berdewam ên Herêma Kurdistanê ligel aliyên Iraqê û hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîka, kir û tekez li ser rêkeftina siyasî bo birêvebirina bajar jidestê DAIŞê kir. Her di wê hevdîtinê de behsa pirsgirêk û cudahiyên siyasî û piroseya lidarxistina referandumê li Herêma Kurdistanê hat kirin û Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku derfeta lidarxistina referandumê, heye.
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025