Civak

Mesrûr Barzanî bi boneya jidayikbûna Hezretî Mesîh peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Mesîh, pîrozbahiyê li Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraq û Cîhanê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya Cejna Jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh (silavên Xwedê lê bin) pîrozbahiyê li hemû xwişk û birayên Kirîstiyanî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Ez hêvî dikim ku rojên cejnê di xweşî û şahiyê de derbas bibin.”

Her wiha got: “Di vê boneya pîroz de, em tekezî li giringiya pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane, hevpejirandin, lêborîn, miyanrewî û tebayîya di navbera pêkhateyên gelê Kurd de dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de ji Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê re dibêje: “Cejna we pîroz be û her dem di nav aştî û aramiyê de bijîn.”

Back to top button