
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin daxuyaniyek da û anî ziman, “Ez kuştina 3 Kurdên li Parîsê şermezar dikim û hevxemê malbatên wan im.”
Îro Înê li navenda Parîsê kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Şahidekî bûyerê diyar kir her sê kesên ku canê xwe ji dest dan Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke xwe ya li ser Twitterê de êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û got, “Ez kuştina 3 Kurdên li Parîsê şermezar dikim û hevxemê malbatên wan im. Ez ji bo hevxemiyê spasiya Serok Macron dikim. Ez bawer im ku rayedarên Fransayê dê dadmendiyê ji qurbaniyan û malbatên wan re pêk bînin. Fransa her tim piştevanê gelê Kurdistanê bûye.”