Polîtîk

Mesrûr Barzanî: Armanca me ya sereke pêşxistin û geşepêdana Herêma Kurdistanê ye

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna li gel konsul û nûner û dîplomatên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê de ragehand, li ser çend pirsekî giring dê biaxivin, ku ‘’Hevbeşîman bihêztir be.’’

Îro 18.10.2022yê Mesrûr Barzanî li gel konsul û nûner û dîplomatên welatan li Herêma Kurdistanê civiya û di destpêka gotinên xwe de ragehand: ‘’Ez keyfxweşim li gel we careke din civiya me û derbarê çend pirsên giring li Herêma Kurdistanê em biaxivin. Ji bo ku hevbeşiya me bihêztir be, gelek mijar hene ku em gotûbêjê li ser bikin.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Derbarê pêkanîna hikûmetê li Bexda, ew yasayên hikûmeta federal derxistine, pirsa çaksaziyê, aborî û di warên din de û herwaha ez dixwazim derbarê çaksaziyên Pêşmerge de jî em biaxivin.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Derbarê pêkanîna hikûmetê li Bexda em dizanin Serokomar hat helbijartin û serokwezîrê bê erkdar kirin jî piştî salekî hat diyar kirin û hêvîdarim bibe vekirina deriyê derfetan.’’

Serokê Hikûmetê diyar kir: Hûn hemû dizanin çi pêkhat û ezmûna we hemûyan heye. Lê pêwîste ev hikûmet rêz li destûrê bigre û pêwîste rêkeftin di navbera aliyên hikûmetê pêktînin de hebe.

Bendewariya me ew hikûmet rêz li destûrê bigre, rêkeftinek heye di navbera aliyan de derbarê pêkanîna hikûmetê, ku pêktê li ser bingehên hevbeşiya rasteqîne, hewsengî û rêkeftin û biryardana stratejîk. Herwaha wek dizanin mijara çaksaziyê li dadgeha federal û mijarên hatine cemidandin ên din ku ji bo me û Bexdayê giring in. em hêvîdarin niyetekî paqij a bihêz ve û bi başî ber bi pêş ve em biçin. Hêvîdarim serokwezîr jî serkeftî be.

Mijara me ya serekî îro li ser aboriyê ye, herwa dixwazim behsa çaksaziya Pêşmerge bikim. Spasiya hevbeşên me dikim. Hevpeymaniya Navnetewî ku hewkariya me kirin di mijara çaksaziya Pêşmerge de ku ber bi pêş de çûye. Dibe ku bilezekî zêde nebe ku em jê bi hêvî ne û em baş dibînin. Hêvîdarim berdewam bike û bibe sedem ji bo seqamgiriya navçeyê û hemû Iraqê jî. Em kar dikin di nêzîk de li gel hikûmeta Iraqê, ji bo zêdetir li gel yek kar bikin. Ew cîhên ku valatiya ewlehiyê heye dagrin û hêvîdarim li gel ava bûna hikûmeta nû pêngavên nû û zêdetir bên avêtin bo tejî kirina wan cîhên ku valatiya ewlehiyê lê heye, bi hêzên hevbeş ve ku me rêkeftin li ser kiriye li gele hikûmeta federal, ku du lîwayên hevbeş hebe li wan navçeyan bên bicîh kirin. Ji ber ew dever ji aliyê DAIŞê ve tên bikaranîn.

Back to top button