Nivîsar

Mercên Civandina Kongreya Netewî nemaye

Sekreteriyeta Komîteya Amadekarê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd, endamên Komîteya Amadekarê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd agahdar kiriye ku roja 10-11-2013 li bajarê Hewlêrê amade bin, ku civînek saz bikin.

Gelo armanca vê bangê çiye? Eger armanca vê bangê ewbê ku dê kengê û bi çi awayî kongreyê bicivînin û li ser vê bidin û bistînin armancek valeye.Ev mercên ku Kongreyek Netewî bi tevlîbûna PKKê bicivê nemaye. Divê komîta amadakar bi xwe vêca vê rastiya heyî bibîne.

Na eger armanc di vê civînê de daxuyaniyek bê dayîn û bi awayek vekirî ji hêzên netewî re û ji gelê Kurdistanê re bidin xuyakirin ku, di vê pêvajoyêde û qonaxa  ku em têre derbas dibin de li gel PKK/BDP/PYDê mercên civîna Kongreyê nemaye, dê karek baş bikin û rastiya heyî bigihînin xelkên Kurdistanê.

Hêza PKK/BDP?PYD çibe bila be, heta ew ne li ser xeta netewî bin bi tu awayî Kongreyek Netewî li gel wan nayê pêkanîn û eger bi niyetek pakij gavek bi vî awayî bête avêtin jî sernakeve. Ji ber ku ev kongre ne di xizmeta berjewendiyên PKKê de bin ew bi xwe jî tevlî nabin û bibin jî dê têkbidin.

Dema behsa civandina Kongreya Netewî dihat kirin hêviyek hebû ku wê PKK bê li ser xeta netewî. Bê guman ev tiştek baş bû. Dê ji bo tevgera Kurd jî bibûya destkeftinek. Ji xwe dema PKKê sendikaya KESK pêşniyar kir niyeta wan jî hate fam kirin.

Gelek vekirî îro di roja me de mercên civandina kongreyek netewî li gel PKKê û derdora wê nemaye. Ha hinek hêz li gel PKKê kongreyekî çêkin ev tiştek dine lê nabê “Kongreya Netewî“ .

Ji aliyek din giringiya Kongreyek netewî heye eger hêzên siyasî yên ku li ser xeta netewî ji derê PKK/BDP/PYDê werin ba hev û civînekî bikin ev ne ji derê imkanane. Herweha ev rêyek ya çareseriyê ye jî.

Di van demê dawî de, piştî beyanên serokê PYDê Salih Muslim,piştî daxuyaniya Turk di derbarê serokê Kurdistanê de û piştî helwesta BDPê xwepêşandanek li Mersînê, hêja behsa civîna Kongreya Netewî bê kirin nabe.

Di vê derbarê de ne pêwiste gelek tişt bêne gotin. Hertişt vekirî û li holêye. Lê divê çikas tehlbê jî rastî bê dîtin.

Kêmasî di vê pêvajoyê de armancên Kongreya Netewî û armacên PKK/BDP/PYDê bi hevre naguncin.

3.11.2013

Dara Bilek

Back to top button