Nivîsar

Memê Alan ne ji bajarê Mexribê ye, lê ji bajarê Ormiyê ye

MEMÊ ALAN
NE JI BAJARÊ MEXRIBÊ YE
LÊ JI BAJARÊ ORMIYÊ YE

Li gor hin çîrokên Folklora Kurdî, hatiye diyarkirin ku Memê Alan ê lehengê çîroka ”Memozîn”ê, ji bajarê Mexribê ye. Lê belê li gor hin lêkolînan, Memê Alan ji bajarê Ormiyê ye.

Gotineke pêşiyan weha hatiye gotin: ”Heta min xwe nas kir, min emrê xwe xilas kir.”

Îcar piştî dabeşkirina Kurdistanbê di navbera Osmanî û Sefewiyan de, dest bi herifandin û heşifandina hemû bermayeyên dîrokî yên kurdî hatiye kirin. Yek ji wan bernameyên pîroz jî, destana Memê Alan e ku wî mîna kesekî ne Kurd dane naskirin.

Li gor gotina dostê hêja û folklorzanê Kurd rêzdar Ehmed Aras ku wî ji devê dengbêjê dîroknas Rezoyê Gopalan (Qereyazî) bihêztiye, Memo (yan Memê) kurê Alan Paşa bûye.

Alan Paşa, paşayê bajarê Hormiyanê bûye. Navê vî bajarî jî, ji gola Ormiyê hatiye wergirtin ku niha jê re bajarê Ormiyê tê gotin.
(Herwekî navê bajarê Wanê jî, ji navê Golê (Behr) hatiye wergirtin)

Diyar e ku di zimanê kurdî de dema bêjeyek ji tîpeka bi deng dest pê dike, Kurd tîpeka bêdeng dixin pêşiyê û bi kar tînin. Mesela:  ”Ormiye” kirine ”hormiye”, ”ozan” kirine ”hozan”, ”esp” kirine ”hesp”, ”estêr” kirine ”hestêr” (hêstir) û gwd.

Alan Paşa, ji eşîra Aliyan bûye ku niha jî ji vê eşîrê re ”Alî” yan ”Alikî” tê gotin.

Navê bajarê ”Ormiye”yê, berê ”Mukrîye” bûye. Ev nav jî, ji eşîra ”Mukrî”yan hatiye ku niha jî ev eşîr her bi vî navî ye.
(Berê ji Evdal Xanê Çengzêrîn re (Xwqediyê Kela Dimdimê) jî, digotin Xan Evdalê Mukrî)

Forma navê ”Mukrîye” jî, di nava demê de bûye ”Muxriye/Muxrîbiye”.  Îcar piştî ku motîfên (mitoloji) mêjûyî jî, lê hatine zêdekirin, îcar wek bajarê ”Mexrib”ê ku niha li rojavayê bakûrê Efrîqayê dimîne derketiye holê.

Yanî li gor hin çîrokên Folklora Kurdî, Memê Alan ji bajarê Mexribê siwarê hespê xwe bûye û hatiye Cizîra Botanê, li wirê bûye evîdarê keçeke Kurd ku niha ew keç jî wek Zîn Xanima xwişka Mîr Zeynedîn hatiye binavkirin.

Ev babeta ku li jorê hate nivîsandin, hêjayê lêkolîneke berfireh e ku kurdnas û lêkolîner li serê rawestin û encama wê bi Raya Giştî ya Kurd bidin zanîn.

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Back to top button