Daxuyaniya civîna Barzanî bi aliyên siyasî re
Roja sêşemiyê (27.03.2012) Hêzên Kurdistaniyên Herêma Kurdistanê li ser vexwendina birêz Serokê Herêma Kurdistanê li dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê civiyan.
Bernameya civînê ji van xalên li jêr pêkhatibû:
1- Pêvajoya Iraq
2- Serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo derveyê welat
Di civînê de bi hûrî li ser rewşa siyasiya Iraqê bi giştî û pirsa di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de bitaybetî rawestiyan. Ji encama guherîna bîr û raya li ser pêvajoyê bi awayekî berpirsiyarane, di civînê de gihîştin wê baweriyê ku:
– Pirsên siyasiyên di navbera hêzên siyasiyên Iraqê, bi taybetî yên di navbera lîsteya Iraqiye (bi serokatiya Eyad Elawî) û ya Dewleta Yasa (bi serokatiya Nurî Malikî) de, asoya çareserkirina pirsan nayê dikirin û niyeta dawiya pêkanîna pirsan jî, ji bilî li taktîkên siyasî, çareseriya siyasî jî têda nayê berçavkirin. Eve jî sedemeke ku metirsiyê dixe ser Kongreya Hêzên Niştîmaniyên Iraqê, ku biryare qaşo li heyva pêşde bête saz kirin.
– Di derbarê pirsên Herêma Kurdistan û Navendî de jî: Beşdarên civînê bi guman ve li bi cîh bi cîh nekirina peymannameya 19 xaliya ku berî pêkanîna kabîneya birêz Malikî, piştî guftûgoyekî têrûtije, hatibû pejirandin. Paşê Hevpeymaniya Kurdistanê rizamendî li ser pêkanîna kabîneya dawî derbiriye. Lê belê mixabin, ew xal heta niha li benda cîh bi cîh kirinê ne.
Pirsa neft û gazê, dest bi dest kirina cîh bi cîh kirina maddeya 140ê û bûdçe û çawaniya serfkirina wê, giriftên çawaniya pêkanîna hêzên çekdariyên Iraqê û pir çek kirina wan, rola artêşa Iraqê, çawaniya dabeşkirina pile û payeyên artêş û pile bilindkirina berevajiya destûr, qorxkirina desthilat û postan û heyetan ya ji aliyê Serok Wezîr ve, ev hemû ser rewşa berdewam bûna rewşa neemnî li Parêzgeha Kerkûk û navçeyên pirsgirêk li ser parêzgehên Diyale, Neynewa, Selaheddîn.
Ew mesele û gelek meseleyên din jî, hemû beşdarvanên civînê gihand wê baweriyê ku divê hêzên siyasiyên Iraq û Kurdistanê, bi projeyekî siyasî û aliyeta çareseriya nû li nav xwe de bikevin guftûgoyên çareser kirina pirsan û dariştina bingeha siyasiya tewafuqa hukimraniya desteber li Iraqê û pêwendiya Iraq û Kurdistanê, ji bo pêkanîna dawiya qonaxên aloziyê û vekirina derbasgeheke qonaxekî siyasiya nû li navbera hêzên siyasiyan û çawayiya beşdarîkirina çalaktirê hêzan li Hikûmetê da. Em bi bawerin eger nekarîn nêrîneke hevbeş ji bo vê qonaxa nû pêkbînin, metirsiyeke mezin me heye ku ne destpêşxeriya Hewlêr ya birêz Serokê Herêmê û ne Kongreya Nîştîmaniya Hêzên Nîştimanî ya bi serpereştiya birêz Serok Komarê Iraqa Federal, bikarin armancên xwe berev çareseriya bingehîn pêkbînin.
Di derbarê sedema siyasiyên rojhilat û navçeyê û Kurdistanê jî, civîn wekî mafekî yasayî û demokrasî tekez kir ku gelê Kurdistanê jî weku hemû gelên cîhanê sûd li her çareseriyeke guncaw bibînê ji bo diyar kirina mafê çarenûsîn û pêkanîna armancên me ku heta niha pêknehatine.
Di derbarê sefera cenabê serokê Herêmê jî ya bo Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û çendîn welatê dinê rojava, civîn hel û merca seferê bi girîng zanî û bîr û rayên pêwîst jî ji bo serxistina baştir serdanê nirxand.
Li dawiyê de tevahiya aliyê beşdarên civînê bi giştiya deng û nêrîna hevbeş ya li ser pirsan û çawayiya çareser kirina wan li ser asta Iraq û her wiha Kurdistanê jî dûpat kir û biryar hate dayîn tevahiya şiyanan ya bi navê cîh bi cîhkirina madde û birgehên destûr û peymanên siyasiyan û afirandina jîngehekî siyasî bawerî bexşa çareseriyê bi kar bixin.
Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
Komela Îslamiya Kurdistanê
Tevgera Îslamiya Kurdistanê
Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê
Partiya Şu’iya(Komunist) Kurdistanê
Tevgera Demokrata Turkmen
Tevgera Çaksaziya Turkmen
Lîsta Erbîliya Turkmenî
Encûmena Gelê Kildan Suryan û Aşûr
Tevgera Demokratî Aşurî