Kabîneya 6 xatir xwast û ya 7 heftiya bê dest pê dike
Roja 25.3.2012, serokatiya civata wezîran ya Herêma Kurdistanê civîna kabîneya şeşem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya dawîyê bi serperştiya Berhem Salih serokê hikûmetê û bi amadebûna Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê saz kir.
Di civînê de cejna Newrozê û serheldana gelê Kurdistanê hate pîroz kirin. Her weha pirojeyasaya budceya Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin û biryar hat girtin ku komîteyek ji wezîran ji bo xwendina wê projeyê bi serokê Hikûmetê û cîgirê wî yê kabîneya heftem re bicivin û ew proje bo parlamentoya Kurdistanê bê şandin.
Berhem Salih di destpêka cîvînê de gotinek pêşkêş kir û tê de pîrozbahiyên cejna Newrozê li haziran kir û piştre erkên hêzên polîs, navxwe, trafik, asayîş û Pêşmerge her weha wezareta tendirustiyê ji ber rêxistineka baş di rojên cejna Newroz de bilind nirixand.
Ji aliyê din ve Berhem Salih erkên wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan li ser ew rêûresmên ku di salvegera 24emîn bombardimakirina kîmyawî ya bajarê Helebçeya şehîd bi biha şîrove kir.
Wek tê zanîn ev civîn civîna dawiyê a kabîneya şeşem a hikûmeta Kurdistanê bû tê çaverê kirin ku di heftiya bê de kabîneya nû a heftem bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û cîgirya Îmad Ehmed bê îlan kirin û dest bi karên xwe bike.