Polîtîk

Pilan stratejîk a reforman li Kurdistanê

 

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 26ê vê mehê pilan stratejîk a reforman li herêma Kurdistanê îlan kir. Ev li jêr teksta pilana serokê Kurdistanê ku di malpera fermî a serokatiya herêma Kurdistanê de hatiye weşandin:

 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Xalên sereke yên stratejiya çaksaziyan (reform) li Herêma Kurdistanê

Sebaret bi projeyên çaksaziyê ve ku me li Newroza sala par xalên serekiyên wê ragihandibûn û niha jî kar li ser çendîn dosyeyan hatiye kirin û berdewame. Îro min pê xweşe bi we yên birêz rabigihînim ku me qonaxekî baş derbas kiriye, ji ber wê yekê pirseka girîng a wekî çaksazîyê pêwendî bi hemû waran ve heye û kar û astengî jî, ji bo encamdanê bi bernameya hemû aliyekî dixwaze. Ji bo wê yekê eve demeke ji bo çaksaziyê mijulî amadekirina planekî stratejiya nîştîmanîne.

Îro ez xelên sereke yên wê stratejiyê bi we radigihînim ku paşê jî naveroka tevahiya stratejiyê ji bo raya giştiya Kurdistanê dihête ragihandin, bo ku welatî, rewşenbîr, pîspor û rêxistinên civaka medenî bi bîr û raya xwe ve dewlemend bikin. Dîtin û nêrîna her kes û aliyek bi girîngî dihête wergirtin ku paşê jî pêşkêşî Hikûmeta Herêmê û aliyê pêwendîdaran dikîn, bo ku rênimayiyên pêwîst bi mebesta cîh bi cîh kirinê ji bo wê bête danîn.

Helbet ew stratejiya nîştimanî pişta xwe bi çend hêlekî giştî ve dibeste. Ew hêl jî ji bilî wê yekê ku alîkar dibin ji bo dûvdaçûna pêvajoya çaksazîyê û berfirehkirina wê, heman demî de sedemên dirustbûna gendeliyê jî ji holê radikin. Bêguman eve jî bi hemangiya li navbera hemû alî û damezrandî û pêkhatên Herêma Kurdistanê dibe.

Yekem: Ev stratejî pişta xwe bi van bingehan ve dibeste:

1- Desteberkirina şefafiyet û peyrewkirina wê di hemû waran da.

2- Berfirehkirina bingehên beşdarbûnê di îdareya Herêm de û cîh bi cîhkirina bingehên lêpirsîn û lêpêçînê.

3- Karkirina ji bo pêkanîna hukimraniyeke baş ku çaksazî li ser ve berev xwar ve bê dahelandin, li gel mîsogerkirina dadperweriya civakî.

Duyem: Hêla giştî ya stratejiya çaksaziyê li van waran li xwe digrê:

1- Çaksaziya Siyasî:

Xurtkirina pêvajoya hilbijartina azad li ser bingeha şefafiyet li temwîlkirina hizbên siyasî û eşkerekirina jêderên dahat û mewcûdiyatên wan û peyrewkirina prensîpên pêşbirkê.

2- Desthilata teşrî’î û dezgehên çavdêriyan:

a- Çalakkirina çavdêriya parlamentoyê li ser hemû astên desthilatên li Herêmê û pêdaçûna wan yasayên ku pêwîstiya wan bi rastvekirinê heye.

b- Derxistina yasayên rûbirûbûna gendeliyê.

c- Rêkxistina Dezgeha Çavdêriya Darayî û damezrandina Dezgeha Nezaheyê a Herêmê bo ku dest bi karên xwe yê rûbirûbûna gendeliyê bikin.

3- Serweriya yasa û serbixweya Dadwerîyê:

a- Bihêzkirina serweriya yasa li rêya xurtkirina serbixweya desthilata Dadwerîyê û cîh bi cîhkirina yasayan û peyrewkirina prensîpên dadperweriyê.

b- Rêkxistina desthilata dadwerî bi awayekî ku bi bandor û destpak (nezîh) be û mîsogeriya parastina welatiyan bike ji wan kesên zêdeçûn û tecawizê li desthilata xwe de dikin.

c- Desteberkirina serbixweyiya dawakarê giştî û rêkxistina bi vî awayî, ku li xizmeta baştir birêveçûna kar û erkên xwe da bê.

4- Çaksaziya îdarî:

a- Pêdaçûn bi tevahiya sîstema xizmetguzariyên giştî yên ku ji aliyê Hikûmetê ve pêşkêşî welatiyan tê kirin, wekî (Tendirustî, perwerde û fêrkirin, nîştecîhbûn, bajarvanî, xizmetguzariyên bingehîn wekî av û kehreba, rê û ban, veguhestin û gihandin, sûtemenî û wize (enerji) û hwd…)

b- Rêkxistina wezîfeyên giştî bi awayekî ku pisporî û şarezayî bike bingeha damezrandinê û pile berzkirin û dabînkirina kirê û mûçeyên rasteqîne.

c- Mîsogerkirina mafê beşdarîkirina welatiyên Kurdistanê li birêvebirina karubarê giştî da wekî mafekî welatîbûn û desteberkirina derfeta wekheviyê bi bê cûdahiya cûre û çîn û alîgiriyê.

d- Pêdaçûn û jiholêrakirina serpêçiyên li warê (damezrandin û berzkirina pile û xanenişînkirinê) de hatine kirin.

5- Çaksaziya Darayî û Aborî:

a- Dariştina siyasetekî aboriya guncaw li gel aboriya bazar.

b- Damezrandina sindoqa dahatên Herêmê û baştirkirina îdarekirina budçeya Herêmê.

c- Nehiştina bandorên duîdareyî li ser budçeya giştî.

d- Rêkxistina veberhênan ku li xizmeta welatiyan û aboriyê da be.

6- Rêxistinên Civaka Medenî:

a- Li pêvajoya çaksaziyê de beşdarîkirineke çalaka rêxistinên civaka medenî.

b- Mîsogerkirina mafê gihîştina zanyariyan ji bo welatiyan û kanalên ragihandin û rêxistinên civaka medenî.

7- Pêşmergeyên Kurdistan û Dezgehên Emniyan:

a- Berdewamîdan bi pêngavên niştîmanî yên yekgirtina Pêşmergeyên Kurdistanê û dezgehên emniyetê. Li vî derbarî de hewlên ciddî li holê daye bo ku proseya yekgirtina van her du damezrawan berî dawî hatina îsal bigihe encamek.

b- Girîngîpêdana şayeste bi van her du damezrawên niştîmaniyên girîng li rûyê pîşeyî û jiyanê ve, li gel mîsogerkirina pêdiviyan, ji bo Herêma Kurdistanê damezrandina hêzekî bergirî û emniya nûjen. 

Li dawiyê de daxwazê ji her kes û aliyek dikim, şûna ku bîr li xwe û berjewendiyên xwe bike, pêwîste êdî bîr li paşaroj û berjewendiya bilindên welat û nifşên paşaroja me bike, ji ber ku bi bêyî parastina berjewendiyên bilind, tu tiştek li vî welatî parastî nabe û her çi destkeftên me hene dikevin ber êrîş  û jinavçûnê, eve jî ne mumkîne ku, em berjewendiyê bilindên welat û berhema xwîna şehîdan û qurbanîdana dehan saliyên gelê xwe bikîn qurbaniya berjewendiya çend kesekan.

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

26/03/2012

 

Back to top button