Civak
Kurdistanê gefên rawestandina hinartina neftê kir
Peyvdarê wezareta çavkaniyên xwezayî ya hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, eger Bexda pereyên kompaniyên petrolê yên kul i herêma Kurdistanê kar dikin nede, wê demê hikûmeta Kurdistanê hinartina petrolê bo derveya welat radiwestîne.
Çavkaniyekê ji wezareta çavkaniyên xwezayî a Kurdistanê ji malpera Îlafê a erebî re diyar kir ku, wezareta çavkaniyên xwezayî ya hikûmeta Kurdistanê niha asta hinartina petrolê bo derveya welat kêm kiriye û eger Bexda pereyên kompaniyên ku, di warê hêlbirîna petrolê de li Kurdistanê kar dikin nede wê demê hikûmeta Kurdistanê hinartina petrolê radiwestîne.