Polîtîk

Kurda civîna opozisyona Suriye protesto kir

Civîana opozisyona Suriye ya ku di 26-ê Adarê li Stanbulê destpêkirî ji bo naskirina mafê kurdên Rojava bû cihê gotubejekê tund. Opozisyona Suriye bi tu awayî xwe nezik nekir ku daxwaziyên kurda qebûl bikin.

Li ser vê yekê serokê şanda Encumenê niştimaniya kurdên Suriye Dr. Hekim Bişar axavtinek kir û da diyarkiein ku eger daxwazên wan neyên qebûl kirin û bi tu awayî hun guh nedin daxwazên kurda û vê yekê gotubêj nekin, emê ji vê civînê derkevin. Piştî axavtina serokê şandê  endamên Encumena Niştimaniya kurd  Ji civînê derketin.

Ev helwesta kurda bu cihê gengeşeyekî taybet. Ji bo vêjî welatên wek Tirkiye, Qeter, Ingiltere û Fransa li gel şanda kurd hevdîtin pêkanîn  daxwaza vegera wan ji bo civînê kirin. Herweha hinek berpirsên Encumenê niştimaniyê Suri jî li gel şanda kurd hevdîtin pêkanîn û daxwaz a vegera wan kirin.

Gencek kurd ku bi navê gencên Kurdên Suriye li civînê bû da xuyakirin ku, dema berpirsên birayên misilman axavtin kirin, di derbarê pirsa kurd de xwe nêzikî kesekînekirin. Herweha min dît ku çewe nijadperestiya erebî rolek mezin dileyzê û bandora xwe li wan kiriye. Heta ez tê giham ku di derbarê pirsa kurd de tu ferqa wan û rejima Bees tuneye.

Back to top button