Kultur

Hêdî rojname nayên girtin

Girtina rojnama Ozgur Politika li Tirkiye cardin pirsa azadiya rojnemevanî yê anî rojevê û li gelek berfireh gotubêj li ser hatin kirin. Li ser vê yekê  gelek nirxandinên cuda hatin kirin. Heta hinek rojnemevanan di bernameyên televizyona de dan xuyakirin ku, ev helwesta dadweriyê ye û dixwaze di vê prosesê de rê li ber hinek kiryarön hukumetê bigre. Yanî bi awayekî ev yek hêja wek şerê hukumetê û hinek dezgehên kemalist yên brokrasiyê dan xuyakirin.

Li ser vê yekê di kanala televizyona NTV de wezîrê dadê Sadullah ergin ev pirs anî rojevê û di vî warî de dîtinên xwe gotin.Ergin di vê derbarê de got:Em naxwazin hêdî li Tirkiye ev pirsgirêkên halê derkevin. Mixabin di azadiya rojnamegeriyê de ev pirsgirêk derdikevin hole. Em niha guhertinek qanunî dikin. Dema ev guhertin bê rojevê hedî rojname nayên girtin.

Wek tê zanîn bi biryara dadgehêji bona naveroka hinek nivîsandina rojnama Ozgur  Gundem ji bo demekî hate girtin û weşanên rojnamê hate qedexekirin.

Back to top button