Serok Barzanî ber bi Amerîka û Ewropa ve bi rê ket
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê bi serdanekî fermî li gel şandekî berev Bulgarya birêket. Şanda pêkhatiya li vê serdanê da ji Mesrûr Barzanî Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Dr. Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Siruştiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêmê û Hêrîş Muherrem Serokê Desteya Veberhênan û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatibû.
Serok Barzanî li vê serdana Bulgarya(Bulgarîstan) de li gel berpirsên mezinên wî welatî hevdîtinan pêktîne û li gel wan de çendîn pirs û mijarên pêwîst bi pêwendiyên di navbera her du aliyan guftûgoyê dike.
Piştî dawî hatina bernameya serdana fermiya Serok Barzanî ya li welatê Bulgarya, biryare paşê Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta sazkirina hevdîtin û rûniştinên li gel birêz Serok Obama û Cîgirê wî Joe Biden û hejmarek ji berpirsên Emerîka bi serdaneke fermî berev Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka birêbikevê. Serok Barzanî li vê serdanê da rewşa îro ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û nêrîn û helwesta serkirdayetiya Kurdistanê li hember wan hemû pirsan de dixe rû. Birêz Qubad Talebanî Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Emerîka jî li wî welatî li gel şanda Serok Barzanî dibe.
Piştî wê serdanê jî Serok Barzanî berev Hengarya(Macarîstan) birêdikevê û li wir jî li gel berpirsên mezinên wî welatî kom dibe û pirsa pêwendiya aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Hengarya guftûgo dike.
Taybetî serdana Amerîka û hevdîtina li gel serokê Amerîka Obamma ,dêrolek taybet li ser rewşa herêmê bileyze.