Kultur

Mem û Zîn bi tirkî hat çapkirin

Wezareta Çandî û Turizmê ya Tirkiye, berhema Helbestvan, Ozan û Fîlozofê Kurd Şêx Ehmedê Xanî ya binavûdeng Mem û Zînê bi tirkî dan çapkirin.

Wezareta Çandî û Turîzmê ya Tirkiye cara yekem berhemekî Kurdî wergerandin û berhema  Helbestvan, Ozan û Fîlozofê Kurd Şêx Ehmedê Xanî ya binavûdeng Mem û Zînê bi tirkî dan çapkirin.

Wezîrê Çandî û Turizmê yê Tirkiye Ertugrul Gunay di civîna danasînê de ji Mem û Zînê beşek xwend û ji bo Mem û Zînê got : Berhema Ehmedê Xanî pir edebî û dilîniye herwiha perçekî ji me ye û ji dilê me ye. Behna ji vê axeyê û dengê bayên me tê de ye.

Berhema Fîlozefê Kurd Ehmedê Xanî ya navdar Mem û Zîn ji aliyê Prof. Dr Namik Açıkgözê ve hat amadekirin û ji aliyê Ayhan Tekê ve jî hatiye radakte kirin û 2 hezar û 500 heb hatiye çapkirin.

Back to top button