Civak

Mele Şikrî(Dilpêt Jêlî) koça dawî kir

Mele Şikrî(Şukru Ekincî) di encama nexweşiya malxiraba Koronayê di nexweşxaneyê de koça dawî kir. Mele Şikrî ji Dih a qezaya Sêrtê ji gundî Basna Nizêrbû. Mele Şikrî di nava refên KUK(PDKT) de xebata xwe ya siyasî dikira û tekoşerek hêja bû. Mele Şikrî kesayetek li ser rêbaza Barzanî bû. Bi rêbaza Barzanî fêrî siyasetê bû tevgera û heta dawiya jiyana xwe jî berê xwe ji vê rêbaza pîroz neguhezt.

Herdemî çalak bû û di nava xebatê de bû. Bi navê Dilpêt Jêlî jî dihata naskirin û herweha di bin vî navî de gelek helbest nivîsandine û pirtûkek jî nivîsandiye. Mele Şikrî ji bo doza xwe ya netewî hatiye girtin û demek di zindanan de maye. Melê Şikrî bi jiyana xwe ya Kurdewarî wek nimûneyek hêja bû.

Bila rehma xwedê lêbe, serê malbat û heval û hogirên wî saxbe.

EW BÛK Û ZAVAYÊN BİHARA AZADÎ

Ev bûk û zavayén bihara azadî,

Bi xeml û xéza jiyané hatin, 

Qey ew Mem û Zîn’in yan Xecê û Siyabend’in ,

Yan evîn û eşqa Şérîn û Ferhad’in

Bawer dikim Oktay Pîran û Gulé ye, 

Ji tav tîroja roja nû geş hilat in

Çi zavayek mérxas wekî Erdeşére,

Ev Gulçîçek bûk kezî Dicle û Firat in.

Rû roj û çav sitér birhîv nexşey welat,

Dest hene wek bûk û zavayén Arartin

Mehra wan birîne li mizgefta Mehr,

Ber mehra Şéx Seîd û Qadî Muhamad in

Bira zava yén wan  Yusuf Ziya, 

Êhsan Nurî Paşa û Duxtor Fûad’in

Ji her deré welat xélî reqs û govend 

Wek péşmergén Berzan kom û welalatin.

Çi xwe belg û péçe li wa her pîroz be,

Ev bûk û zavayén, me dil evîn şadin

Awir dijwar wekî  Alî Şér û Zarîfene

Ev ciwan spehîyén Kurdistana Kurdan’in.

Dotmam û pismamén Seyîd Riza û Xalid Beg,

Xélé wan pîroz be diyarî xelatin

Ev perî û hurî yan milaketén Xudé,

ji nurha Ahura Mazda û Zerdeştin

Ew qas jéhatîne şoreşger tékoşer

Li wan berxwedana çi mérxas Egîdin

Li wan bimbarek û pîroz li ser xéré,

Ev bûkan û zavayén ji wî eslé Madin,

Dilpet Jeli Bohti

Back to top button