Medyayên cîhanê behsa operasyona Şingalê dikin
Piştî ku bi hejmareke zêdeyê Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bi hevkariya êrîşa asmaniya hevpeymanan operasyonekî berfireh ji bo girtina bajarê Şingalê ji destê Da’îş destpêkir, medyaya cîhanê jî yekser bi girîngiyê ve dest bi rûmalkirina operasyonê kirin.Rojnameya The New York Times a Amerîkî peyamnêrê xwe yê herî navdar Michael R. Gordon ku karê wî zêdetir rûmalkirina nûçeyên Wezareta Derveyê Amerîkaye, şandiye Şingalê. Ji wir jî raporekî dirêj ji bo rojnameyê bi navnîşana “Kurd û Amerîka dest bi êrîşa Daîşê dikin” nivîsiye.BBC: Pêşmerge “sure” li ser girtina Şingalê, malpera kanala telefizyona Brîtanî BBC behsa ewe dike ku hêzên Pêşmerge dest bi girtina Şingalê kirin. Her wiha navê operasyonê ji aliyê Pêşmerge ve kirine “Operasyona azadkirina Şingalê” ku vê carê li ser girtina bajar gelek bi biryarin.CNN: Girtina Şingalê “Hengavekî mezin” dibê. Kanala CNN a Amerîkî operasyona girtina Şingalê ji aliyê Pêşmergeyan ve bi “hengavekî mezin” wesif dike ku dikarê xelafeta Da’îş li navbera Sûriye û Iraqê da “dabeş bike”.The Wall Street Journal: Kurd û Amerîka li bin givaşê dane. Rojnameya navdarê Amerîkî, The Wall Street Journal li rêya dû peyamnêrên xwe ve ji bajarê Dihokê ve dinivîse. “Hêzên Kurd û hevpeymanan ku Amerîka serpereştiya wan dike li bin guvaşê dane heta ku nîşan bidin dikarin paşvekêşiya destkeftên Da’îşê bikin li Sûriye û Iraqê.