Medya PKKê gazinda ji Basnews, Rudaw û K24ê dike
Li malpera Lokolin, nivêsek bi nave Zehra Hosseînî belav kiriye. Di nêvîsê de behsa medya Kurdistana Başûr û taybetî medya ku li ser PDKê ve tê hesibandin kiriye. Dibêje: Basnews, Rudaw, K24, ARK wek makina derewa kar dikin û nûçeyên ne rast belav dikin û herweha bi dezenfarmasyonê xelkê manûpule dikin.Zehra ( navek sexteye) dibêje Basnews, Rudaw, K24, ARK, ji bo qirêja nava PDKê de veşêre weşana dikin û ew dezgehên wek Parastin û MIT a Tirka ve girêdayî kar dikin.Di nivîsê de tê gotin ku, PDK ji bo binketina xwe ya Şingalê veşîre nûçeyên derew belav dike.Herweha di nivîsê de daye xûyakirin ku, ev dezgehên medya PDKê di derbarê PKKê de derawa dikin û ji bo hêza gerila biçûk bêxin û pîsîtiya xwe veşêrin weşanê dikin.Zehra Sexte gelek idiayên din yê valê û derew dike. Herweha hemû taybetmendiyên medya PKKê ji bo Basnews, Rudaw, K24, ARKê hêjmartine.Li vê derê pirsek heye, gelo di rastiya xwe de ew medya ku Zehra Sexte behsê dike û navê wan derbas dibe, dijitiya PKKê dikin yan na? Ji aliyekî Zehra Xanim vê dibêje, lê ji aliyek din jî li Bakur gelek kurdên Bakur dibêjin ku ev medya weşanên xwe yên zimanê kurmancî û Tirki de propaganda PKKê dikin û gazinda dikin.Heta radeyekî di nava xelkê de tê gotin ku “ Ba li ber HDPê bikeve di medya PDKê de dibê nûçe“. Ev rastiyekê. Kerembikin malperên Basnews, Rudaw, K24 temaşe bikin di beşên kurmancî de pirani ne nûçeyên HDPê û PKKê ne? Awayê dayina van nûçeyan ne propaganda PKKê û derdora wê li Bakur dike?Ji bo vê xalê tenê Zehra xanim be bextî li vê medyayê kiriye. Gelo ev medya ku navê wan dibûrê, dê bersivekî bidin Zehra Sexte yan jî na? Bizanin ku her xebera di malperên PKKê ve girêdayî belav dibe ji aliyê piraniya xelkê Bakurve rast tê qebûlkirin û li gora wê jî siyaset tê kirin.Lê carê hinek derewên wan bêne eşkere kirin, dê piçek bê jî xelk rastiyê bibînin….Di vê derbarê de gelek tişt hene ku bêne gotin lê ? “ Yê dizanê dizanê, yê nizanê, baqê nîskaye.“