Nivîsar

Medîya PKK’ê yan jî dezgehê şerê taybet!


Çima medîya PKK’ê gotina xêrê bo herêma Kurdistanê na bêje? Hertim kar liser reş kirin û xera kirina wêneyê herêma Kurdistanê di ke?
Em çawa li medïya PKK’ê bi nêrîn? Boçî tevayî kenal û dezgehên ragehandina PKK’ê berê tîrên ragehandina xwe dane herêma Kurdistanê?
Ajansa Firat News ANF, Yeni Özgür Politika, Lêkolîn, StêrkTV, Ronahî TV, Ajansa Mezopotamîya, Rojnews, Hewarnews û tevayî kanalên soşîyal mîdîya PKK’ê tev li êk navend tên bi rêve birin û li dijî herêma Kurdistanê tên araste kirin.
Eger em bala xo bi din nûçe, şirove û nêrînên van dezgehan eşkere di xûyê her dema bûyerek nerênî li başûrê Kurdistanê çê di be, ev dezgeh bi coş û kêfek mexin û bilez weke birûskê van xeberan belav dikin.
Qasî ev dezgeh li dijî başûrê Kurdistan û hikûmeta herêmê bi dijwarî kar di kin tû carî li hember dagîrkerên Kurfistan û dewleta Tirk weha kar nakin.
Dema bûyerek biçûk li başûr çê dibe, ev dezgeh bilez di kevin kar, ne wek medîya partek sîyasî Kurdî, belkî weke organek şerê teybet dehola şer lê dide û qelebalixek mezin çê dikin.
Her mirovek bala xwe bi de karê bîst salên derbaz bûyî yên medîya û ragehandina PKK’ê, nivîs û nûçeyên wan bi şopîne eşkere di bîne êk xeberek baş, xeberek rast, nivîsek erênî liser hikûmeta herêma Kurfistanê, deshilata Kurdistanê û bizava Kurd li perçên dinî Kutdistanê nabîne. Tenê gotinek xêrê bo Kurd û bizava Kurd di medîya wan de nahê dîtin, karê wan bûye reş kirina deshilata Kurdî û biçûk kirina bizava Kurd.
Gelo ev rewşek normale? Mirov dikare vî karî normal bi bîne?
Nexêr bi tû awahî mirov nikare weke karek normal bi bîne, lê pirs ewe çima medîya PKK’ê wehe ketîye xizmeta dezgehên tarîyên dagîrkeran û li dijî Kurdan kar dikin?
Rastîyek heye divê tevayî xelkê Kurfistan û Kurdperwer bizanin, demek dirêje PKK’ê mirovên Kurdperwer, mirovên xemxorên Kurd di nav refên xwe ne hêştine, yan hatine kuştin yan hatine derxistin û ji PKK’ê dûr ketine. Ew kesên niha kontrola medîya PKK’ê di kin û birêve dibin zilamên Mîta Tirkîne, Konsêya serokatîya PKK’ agadarî vê radtîyê ye. Ji bona îspata van gotinên me, hîvîdarîn dilsozên Kurd, mirovên Kurdperwer li nivîs û şiroveyên van kesaên kû medîya PKK’ê bi rêve dibin binêrin, eger di bîst salên derbaz bûyîda we tenê tiştek xêrê, gotinek baş derheqê Kurda di nivîsên vana de dît ew dem bêjin gotinên we ne radtin, lê bi belge û bi şahidîya nivîs û nûçeyên wan bi xwe em xelkê xwe û Kurdên dilsoz pişt rast dikin kû ji dervî nûçe û nivîsên xerab tiştek belav ne kirine. Em hîvîdarin dilsoz û kesên Kurdperwer bi xwe li dûvçon û lêkolînê bo van rastîyan bikin, û heqîqeta vê medîya PKK’ê bi bînin.

Nûçe/Analîz

Back to top button