Me li çiya şer kiriye niha jî fêrî şerê deştê dibin

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûr-Giwêr Sîrwan Barzanî ragehand ku ji sedî 85’ê wan kesên niha bi navê DAİŞ’ê li İraqê şer dikin, xelkê İraqê ne û ji Baasiyên berê û Suneyan pêk tên ku pirsgirêkên wan ligel hikûmeta navendî hebûn.

Belavbûn û yeydabûna desthilata DAIŞ’ê li deverê bi vê rengî gelek pirsên balkêş û girîng bixwe re derxistine holê, ji wan jî gelo DAIŞ kî ne, çi dixwazin û armanca wan çiye, herwiha wê xilafeta Îslamê damezrînin û yasayên Îslamî bi cîbicîh bikin, yan grûbeke wehş û hov e û li gor berjewendiyên dewletên  mezin kar dike?

Di vê derbarê de Fermandeyê Eniya Mexmûr-Giwêr Sîwan Barzanî ji BasNewsê re got: ‘‘Bê guman piştîvaniya hin aliyên herêmî û cîhanî jî bo DAIŞ’ê heye, lê bawer nakin ku piştevaniya dewletên Ewropa yan welatên din ên  mezin bo DAIŞ’ê hebe, ji ber ew rêxistin bi xwe metirsiyê liser wan dewletan çêdike, herwiha bawer nakim ku xilafeta Îslamî jî rabighînin, ew bi serjêkirina xelkê şerekî psîkolojîk birêve dibin. Bi baweriya min ji sedî 85’ê wan kesên ku bi navê DAİŞ’ê li İraqê şer dikin, xelkê İraqê ne, wek Baasiyên kevin, Suneyên ku pirsgirêka wan ligel hikûmeta navendî heye, yan jî beşek ji artêşa İraqê ne.’‘

Li ser pirsa gelo çima pêşbeçûna Pêşmergeyan wiha bi hêdî hêdî ye? Barzanî got: ‘’Eniya me nêzîka 140 kîlometre ye û me piraniya navçeyên Kurdî girtine, Pêşmerge zêdetir di bikaranîna çekên rojhilatî û Rûsî de pispor in û heta niha çekên hewqasî modern negehiştine me, loma heta em fêrî çawaniya bikaranîna çekên modern dibin, dem ji me re divê. Şerkirina ligel grûbeke wiha hov bo Pêşmergeyan nû bû, me li çiyan şer kiriye, li deştê jî heta fêrî şer û taktîkên DAİŞ’ê bûn, me gelek zehmetî dît. Şerê ku berfirehiya wî 1100 kîlometre be ne hewqasî asan e, mesele jî evna ye.’‘

Barzanî da zanîn ku di warê çek û organizeya leşkerî ve hinekî lawaz in û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Butçeya me ya taybet nîne ku li gor destûra İraqê divê bidin me, heta niha hikûmeta Kurdistanê ji butçeya xwe pereyan dide Wezareta Pêşmerge. Niha jî piştî girtina piraniyan gundan em rûbirûyê cihên ku mîn û teqemenî li wan hatine danîn dibin, wek mînak li gundekî 10 malî de me 160 parçeyên TNT’ê dîtin, ji bo keşifkirin û teqandina wan, tu amûr û şarezayiyeke me nîne, bila pêşketin lawaz be, lê pêngav bi pêngav û qurbaniyên kêmtir.’‘

 

Dêrsim Oremar/Basnews

Nerîna min :