Ço Cungon: Hewlêr û Bexda ji bo dîplomatkaran dû cîhanên cûdane
Îro çarşem 24.09.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ço Cungon Balyozê Koreya Başûr li Iraq û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de Balyozê Koreya Başûr li Iraqê ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û ji bilî wê balkişand li ser pêşketinên Herêma Kurdistanê û ragihand ku Hewlêr û Bexda ji bo dîplomatkaran dû cîhanên cûdane û gelek bi rûnî hest bi cûdahiya di navbera wan tê kirin û li Hewlêr ji bo dîplomat û biyaniyan hatin û çûn û bawerî zêdetir heye. Balyozê Koreya Başûr li Iraqê eve jî behs kir ku kompanyayên Koreya Başûr amadene ku asta veberhênanê li Herêma Kurdistanê berfirehtir bikin û nivîsîngeha welatê wan jî li Hewlêrê li karkirina ji bo geşkirina peywendiyên di navbera her dû aliyan de berdewam dibe. Balyozê Koreya Başûr li Iraqê behsa rola Pêşmerge li şerkirina li dijî terorîstan kir û ji bo wan hewlên Herêma Kurdistanê ya hewandina koçberan de encam daye spasiya welatê xwe jî bi Serok Barzanî ragihand û balkişand li ser wê yekê ku Koreya Başûr li şerê terorîstan û hevkarîkirina koçberan da palpiştê Herêma Kurdistane.
Li beranber da Serok Barzanî spasî Balyozê Koreya Başûr li Iraqê kir û balkişand li ser rola Tîpa Zeytun ya li bajarê Hewlêrê kir ku li piştî sala 2003 rolekî erênî li yarmetîdana proseya avadankirina Kurdistanê û kûrkirina peywendiyên di navbera Kurdistan û Koreya Başûr de dîtiye. Serok Barzanî pêşwazî li berfirehtirbûna peywendiyan kir û ragihand Herêma Kurdistan amadeye peywendiyên xwe yên li gel Koreya Başûr pêşvetir bibe.
Di derbarê êrîşên terorê û eniyên ceng de Serok Barzanî wê yekê xisterû ku terorîst li ser destê Pêşmerge tûşî şikesteke mezin hatine û li paşvekêşiyê dane û dûpata wê yekê kir ku teror tehdîde li ser hemû cîhanê ji bo wê yekê ji navbirina wê jî pêwîstî bi hewlekî navdewletî û hemahengiya di navbera welatan heye. Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî piştgîriyê li wan hengavên hêzên hevpeymanan kir ku baregeha terorîstan ya li nav axa Sûriye kiriye armanc û ragihand ku terorîst axa Sûriye wekî penagehekî aram û sekoyek ji bo êrîşkirina Kurdistan û Iraqê bikaraniye û nehiştina vê penagehê li navçûn û têkşikana terorîstên Da’îşê bi leztir dike.