Civak

Li Şingalê pêşmerge amadebeşîyê de ne

Yasîn Refîq Ezîz, Muqedemê Fermandarê 2 ya Hêzên Pêşmergeyên Zêrevaniyê ve ji ser Çiyayê Şingalê ji KDP.info re ragihnad: “Em wek pêşmergeyên Zêrevanî bi fermana Serok Barzanî hatine ser Çiyayê Şingalê û man û nemana me ligel wan koçbera ne û li çi cihekî guvaş li ser Kurdan hebe em amadene wan biparêzin û ji bo vê yekê jî em amadene.”

Pêşmege li Çiyayê Şingalê

Derbarê liv û tevgera çekdarên DAIŞê li wê navçeyê, Yasîn Refîq Ezîz wiha got: “Bi giştî tevgera çekdarên DAIŞê li wî sînorî nemaye û direvin, piraniya wan xwe ji rûbirûbûna ligel Hêzên Pêşmerge diparêzin, em jî rojane çavdêriya wan dikin û li gor agahiyan terorîstên DAIŞê dest bi talankirina malên birayên êzîdî kirinre û pişt re wan xaniyan diteqînin.”

Wî fermadarê Hêzên Komando, sipasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir bo wan hevkariyên ku bi awayekî berdewam dighîne wir û bi ser koçberên Çiyayê Şingalê dike.
Herwiha bang kir ku hevkarî bi ser wan koçberên ku “heta niha hîna li ser Çiyayê Şingalê nêzîkî hezar malbatî mane.”

Back to top button