Cîhan
Me gelek tiş kirin vêca dora hin dine
Serokê Amerikayê Trump di derbarê Suriye de daxûyaniya xwe da. Eve çend rojek bûn ku herkes li hêviyê bû ka gelo dê serokê Amerikayê di derbarê Suriye de û vekişandina hêzên Amerikayê ji Suriye dê çi bêje:
Trump di hesabê xwe yê TWitterê de daxûyaniya xwe ragihand.
Trump dibêje:
“Me li Suriye 800 çekdarên DAÎŞê girtin û me ji bo dadgehkirina wan bangî, Britanya, Fransa û Almanya kir. DAÎŞ diruxe. Ji aliyek din bedila herî xirab ewe ku em mecbûr bimînin girtiyên DAÎŞê serbest berdin. Amerika naxwazê cardin ev kes li welatên Ewropayê belav bibin.Me gelek tişt pêkanîn û serfiyatek mezin kir. Niha dora wan aliyane ku yên imkanên wan heyîn berpirsiyariya xwe bînin cih. Piştî %100 me li himber DAÎŞê serkeftin destxist em xwe vedikişînin.“