Me bi xwe leşkerên xwe kuştine

Di van çend salên dawî de, li Tirkiye gelek kaset û video hatin belavkirin. Her çendekî kasetek ya dengê berpirsiyarên hêzên çekdar yan jî berpirsek mezin tê belav kirin û ev yek rojeva siyasî li Tirkiye diguherê.
Ji berî hilbijartina kasetek ya di derbarê berpirsên bilind yên MHP-ê de hate belav kirin di encam de 10 berpirsên MHP îstifa xwe dan. Serokê berê yê CHP-ê Deniz Baykal di encama vîdeoyekî de îstifa xwe da û ji serokatiya CHP-ê dûr ket.
Niha jî kasetek ya deng yê serfermandarê hêzên çekdarên Tirk yê ji berî niha Işik Koşaner hate belav kirin. Koşaner gelek vekirî mikur tê ku, wan taybetî li herêma Kurdistanê çi kirine û di bin navê şerê PKK-ê de çikas tiştên qirêj pêkanîne û herweha fermandaran bi xwe çewe leşker bi destên xwe kuştine.
Koşaner di cihekî de dibêje;me mayin çandine û dev jê berdane, em niha nizanin ew mayinên ji berî 10-20 salan me çandîn li kijan deverêne. Niha jî deme operasyon tên kirin leşkerê me dikevin di nav mayinên me çandîn de û tên kuştin.
Herweha dibêje ku me gelek caran bi destê xwe gule berdane ehniya leşkerên xwe û ew kuştine. Wek din Koşaner ji fermandarên xwe re dibêje ku hun gelek çewtiyan dikin û ew jî me li himber sivîla têxe rewşek xirab de.
Piştî van gotinaên Koşaner hinek dewbabên leşkerên ku jiyana xwe ji dest dayîn, tê gihan ku zarokên wan bi destê fermandarên wan bi xwe hatine kuştin.
Ji bo vê bûyerê hêdî wek berê gelek kes naxwazin zarokên xwe rêkin leşkeriyê. Niha çavê herkesî lêye ku, ka gelo wê di derbarê serfermandarê berê Işik Koşaner de dadgeh gavekî bevê je yan ne.