Cîhan

Mattis:Pêwendiyên me demikîne

Eve demeke siyaseta Amerika ya li Suriye ji aliyê Tirkiyeve tê rexnekirin. Taybetî  dema Amerika destpêkir çek dan YPGê, Tirkiye ev yek wek arikariya PKK ê nirxand û da xûyakirin ku Amerika çekan dide Teroristan û li himber Tirkiye ev çek tên karanîn.Di vê derbarê de Amerikiyan gelek daxûyanî dan û gotin ku, em rê nadin ku ev çek li dijê Tirkiye bêne karanin.Duh li Bruksela paytextê Belçîkayê wezîrên parastina Amerika û Tirkiye kom bûn û li ser vê mijarê gotubêj kirin.Medya Tirkiyê ragiahnd ku di civîna James Mattis û Fikrî Işik de behsa dilgiraniyên Tirkiyê hatiye kirin Mattis hemahengiya xwe li gel YPGê anî ziman  û Tirkiyê wekî hevbeşek li navçeyê daye nîşandin.   Li gor medyaya Tirkiyê James Mattis gotiyeku peywendiyên wan li gel YPGê ne hilbijartî ne, lê ji neçarî û demkî ne, û hemû ew nûçe jî red kirine ku dibêjin, dê artêşa Amerîka wan çekên ku dane YPGê careke din jê nestîne.   Herwiha li gorî heman nûçeyan Mattis tekezî li ser wê yekê kiriye, ku piştî kontrolkirina Reqayê, dê wan çekan ji YPGê bistînin û hikûmeta Tirkiyê jî ji wê yekê pişt rast kiriye.

Back to top button