Cîhan

Mattis: Divê PKK ji Şingalî derkeve

Wezîrê Bergirîya Amerîka Jim Mattis, di derbarê hinek pirsgirêkên girîn de daxûyanî da û bersiva pirsên rojnemevana da.Mattis behsa rewşa Singalê jî kir û di vê derbarêde got: Li devera Singalê tehdîta PKKê li ser ewlehiya Tirkiye heye.  Hun dizanin PKK ji aliyê Amerikayê ve wek rêxistinek terorist tê naskirin. Gelek kesên bê tawan kuştine. Em dixwazin PKK xwe ji devera Şingalê vekişîne.Li ser pirsekî Mattis da xûyakirin ku, ew naxwazin behsa operasyonên pşerojê bêne kirin biştexile.Mattis berdewamiya daxûyaniya xwe got ku, Tirkiye rewşa xwe li Efrînl saxlem dike. Lê heta niha tu hereketek li himber Minbicê naxweyê. Di derbarê pirsa Minbicê de jî tu pirsgirêk tuneye. Emê bikaribin li gel Tirkiye vê jî çareser bikin. Heta niha me gelek pirsgirêk bi hevre çareser kirine.Rojenmevaneki ji Mattis pirsî:  Tirkiye dixwaze bikeve Mincibê û YPGê ji vêderê derêxe. Li himber vê pêşniyara Amerika çiye?Mattis bersiva xwe de got: Tirkiye şirîkê me yê NATO yê ye.Em heta niha li ba hev sekinîne. Li Suriye di hinek babetan de me li hev nekir û pirsgirêk derketin holê. Lê vê yekê bandor li hevdîtinên me nekirin.Emê vê jî çareser bikin.

Back to top button