Civak

Hikumetê sîstema nû ya dabeşkirina miaş di berjewendiya miaşgiran de pesind kir

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja 28.03.2018ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr civiya.Di destpêka civînê de, Mihemed Hacî Salih wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan behsa biryara duhî ya parlamentoya Îraqê  kir û got ku ew biryar di berjewendiya malbatên şehîd û enfalkiriyan û zîndanên siyayî yên Herêma Kurdistanê de ye û pereyê ji wan re tê dan dê digel yên Îraq bên rêkxistin û dikeve ser hikûmeta Îraqa Federal weke di destûra de hatiye diyar kirin, hikûmeta Herêma Kurdistanê eve ji sala 2015ê were kar li ser vê biryarê dike.Civata wezîran pesina hewilên wezîrê karûbarê şehîd û enfalkiriyan  û Amanc Rehîm sekreterê civata wezîran û tîmên pê re kir ku ji bona amadekirina wê biryarê gelek xebitîn, herwesa, sipasiya Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê, parlamnetoya Îraqê  û parlamenterên Kurdistanê li parlamentoya Îraqê kir ku wan jî di derçûna wê biryarê de rolek ber bi çav  hebû.Rêbaz Hemlan wezîrê darayî û aborî yê Herêma Kurdistanê, behsa sîstema nû ya miaş kir û hûrgiliyên çewaniya her meh xerickirina miaş ber çav kir û diyar kir ku guhertinên emzin di vî warî de çêbûne ku malbatên serbilindên şehîd û enfalkiriyan, xanenişîn, kêmendam û xwedî pêdawîstiyên taybet û yên ku miaşê wan ji 400 hezar dinar kêmtir be her meh dê bi timamî miaşê xwe, bê paşkeftkitin, werbigirin.Li gor sîstema nû, ew miaşgirên ji 400 hezar û ber bi jor heta sê milyon dinar miaş werdigirin, dê miaşê wan 75% heta 90% jê re bê dan, lê miaşê pileyên taybet dê li gor sîsîtema berê, sîstema paşkeft be û bi tenê 25% miaş jê re bê xeric kirin.Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî û Rêbaz Hemlan wezîrê darayî û aborî dahatinî û xwerciyên mehane ji beşdarên civînê re eşkere kirin.Civata Wezîran diyar kir ku her dema dahatiniyê Herêma Kurdistanê zêde bibe dê rêjeya paşkefta miaşan jî kêm bibe, û pêdagirî li ser pirosesa şefafiyê, çaksazî û pabendbûn  bi pirojeyê hûrbîniya dahatinî û xerciyan kir ku niha ji aliyê her du komaniyên cîhanî Deloitte  û  EY ve tê bicî kirin, kir.Civata Wezîran ragehnad ku armanca gavên wan yên paşerojê paşkefta miaş bi yekcarî nemîne û ji bona vê yekê derxistina yasaya çakzasiyê ya miaş û xanenişînan ku niha li parlamentoya Kurdistanê ye, bi gaveke giring wesif kir.Civînê, wezîrê darayî û aborî û aliyên peywemdîdar raspard ku hûrgiliyên sîstema nû ya mişa û destkarîkirin di paşkefta miaş ji bo hevwelatiyan zelal bikin. 

Back to top button