Kultur

Çima e-kovar?

Kovarek nû kete di nava jiyana weşana zimanê kurdî de. Karmendên Kovarê di vê derbarê de dibêjin:Merheba ji we re Kurdînus û xwînerên hêja…Ji ber ku me bi xebatek wiha silav da we pir kêfxweş û bi kelecanî ne. Hêvî dikin ev kelecanî û kêfxweşîya me her dem dewam bike.Koma me bi navê malpera “www.candname.com”ê ev du sal in di xizmeta gelê xwe de bû. Piştî tecrûbeya du salan bi hevalên ku malperê birêve dibin re me biryar da ku em bi navê malperê, e-kovarekê jî derxin û bo çand û zimanê Kurdî xizmeteke din jî bikin.

  • Yek; em dixwazin ev xebat li sînoran neeliqe û di heman demê de li her derê dinyayê belav bibe û kengî Kurdek bixwaze xwe bigihîne vê xebatê divê bi sê-çar pişkokên kompîtirê karibe.
  • Dudo; wek tê zanîn xebatên Kurdî yên çapkirî bi zor û zehmet tên belavkirin û gelek caran jî mixabin weşangerên wan xebatan dikevin nav zirar û zîyaneke aborî. Ji ber vê yekê heta niha gelek xebatên Kurdan di nîvî de mane an jî piştî hejmara yekem derfet nedîtine ku hejmara duyem biweşînin.

Armanca malpera “çandname”yê ev bû ku beyî sîyasetê tenê bi çandê; ev çand çi çanda kevn û çi ya nû be, ji bo kelepora Kurdî bibe war û welatek û tê de bi rihetî û azadî geşt bibe. Di vî warî de, em ji hemû şopîner, xwîner û nivîskarên xwe re spasî û minetên xwe pêşkêş dikin ku ji destpêkê heta niha eleqeyek mezin nîşanî me dan. Mala wan hezar caran ava be.Ji bo kesên ku di jimara me ya pêşîn de em tenê nehiştin û bi gotar, helbest, nivîs û lêkolînên xwe tevlî vê xebatê bûn re em carek dî spas dikin. Xwedê derdan nede dest û pîyên we, Xwedê qelema we bi hêz, hibra we bêdawî bike..Kovara Çandnameyê ji 3 mehan carekê tê weşandin. Mehek ji bo nivîs şandinê, mehek ji bo sererastkirin û rûpelsazîya kovarê û di dawîyê de mehek jî ji bo danasîn û belavkirina kovarê ye.Lê ji niha ve, em bangî hemû Kurdînivîsan dikin, ger bixwazin nivîsên wan di Kovara Çandnameyê de bên weşandin, dikarin nivîs û xebatên xwe ji bo navnîşana elektronîk ya çandnameyê re bişînin. Tenê di peyama xwe de dîyar bikin ka nivîs ji bo kovarê an ji bo malperê şandine. Navnîşana me ya elektronîk ev e: [email protected]Ji ber ku platforma Çandnameyê platformeke azad e, naxwaze zêde tevlî nivîsên nivîskarên xwe bibe û ji ber ku paşxaneya her xwînerî ji ya yê din cudatir e dibe ku ji heman nivîsê kesên cuda tiştên cuda fehm bikin. Ji ber van sedeman wek dirûşmeke çandnameyê em dikarin bibêjin, “Nivîskar ji nivîsên xwe, Xwendevan jî ji xwendina xwe berpirs in.”De îja kerem bikin… Heta hejmara duyem bimînin di nav xêr û xweşîyê de…http://candname.com/kovara-candnameye-jimar-1/

Back to top button