Kurdistan ji bo her hevkarî û hevahengiyê amadeye
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê nû yê hêzên hevpeymaniyê li Iraqê re civiya.Roja 28.3.2018ê, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê nû yê hêzên hevpeymaniyê li Iraqê General Walter Piatt û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Ken Gross û şanda bi wan re kir.Di civînê de şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji hevkarî û hevahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan nîşan da û diyar kir ku divê xelkê Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî şanazî bi serkeftinên Pêşmerge yên li dijî terorîstên DAIŞê bikin.Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya hevpeymanan, bi taybetî Amerîkayê kir ji ber hevkariya herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de ku ji ber wê hêzên Pêşmerge karî bergirî li hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê bike û amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo her hevkarî û hevahengiyê nîşan da, bi taybetî li deverên ku metirsiya terorê serî hildide.Gotûbêjkirina çend mijarên li ser peywendiyên dualî, dosyeya ewlehiyê û rewşa herêmê, aliyekî din ê hevdîtinê bû.