Civak
Matema Cangoriyan
MATEMA CANGORIYAN
Îro, 10 Temûza 2016 an, bi boneya matema cangoriyên Rojhilata Kurdistanê; (Endamê Komîteya Navendî ya Partî Demokratî Kurdistana Îranê, PDKÎ, Kawa Ciwanmerd, têkoşerê bi rûmet Serkewt Semedî û her weha ji bona salvegera Şehîdkirina Sekreterê PDKÎ Dr Abdurrahman Qasımlo ku di 13 Temûza 1989, beriya 27 salan, li paytexta Awusturya li Wîyenayê, ji aliyê rejîma nîjadperest ya bi navê Komara Îslamî hatibû şehîdkirin, li Qosarê, li lokala Platforma Demokratên Kurd, ji çaraliyên Kurdistanê, bi beşdariyeke mezin, civînek hate lidarxistin.
Bi navê Komîteya Amadekar, Mahmûd Remo, bixêrhatina beşdaran kir û bi deqîqeyekê rawestan û rûmetgirtina hemî şehîdên Kurd û Kurditanê dest bi vekirina civînê kir. Komîteya Amadekar, di pêvajoya birêvebirina civînê de, Dr Xalid Amedî, Mamoste Emer Suleyman û Hemîdê Smaîlaxa vexwend da li ser rojevê biaxifin.
Her sê ciwamêran, li ser giyanê cangoriyên pakrewan, yekîtiya Kurdan, girîngiya dewletbuyin û serbixwebûna Kurdistanê, bi taybetî; hilgirtin û bilindkirina Alaya ku cangoriyan li erdê nehiştiyê rawestiyan. Civîna matema cangoriyan bi dûrişmên “Bijî Pêşmerge, Bijî Kurd û Her Bijî Kurdistan bi dawî hat.
Komîteya Amadekirina Matema Cangoriyan
10 07 2016
Lokala Platforma Demokratên Kurd
QOSAR