CîhanCivak

Li Kirmaşanê êrişî berpirsên Îranê hat kirin

Li Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê êrişî konvoya berpirsên Hikûmeta Îranê hat kirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn. Îro yekşemî li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê çend çekdarên nenaskirî êrişî karwaneke berpirsên Hikûmeta Îranê li wê prêzgehê kirin. Êriş li navçeya Îslamava ya Rojava û Dalaho pêk hat. Di encama êrişê de Qayimeqamê Navçeya Dalaho Feramerz Ekberî û Parlamenterê Îslamava ya Rojava û Dalaho Hişmetullah Felahetpîşê birîndar bûn. Herwiha di êrişê de, berpirsekî veternerî (pizîşkê ajelan) bi navê Hucetullah Nîk Ezm û ajovanê otomobîla Qayimeqamê Dalaho hatine kuştin. Parlamenterê Navçeya Qesrê Şîrîn a girêdayî Kirmaşanê, Ferhad Tecerî derbarê bûyerê de ji ajansa îranî ya ISNA re ragihandiye: “Parlamenterê Îslamava ya Rojava û Dalaho, Hişmetullah Felahetpîşê, Qayimeqam û çend berpirsên parêzgehê bo lidûvçûna arîşeyan serdana bajarokê Rîcab dikirin, ku di rê de 4 kesên çekdar bi otomobîleke Pegout Pars a reng spî wan didin ber gulleyan.” Tecerî dide xuyakirin, ku piştî êrişê kesên êrişkar agir berdidin otomobîla xwe û ji cihê bûyerê direvin. Parlamenterê bajarê Kirmaşanê Ehmed Seferî jî ajansa ILNA a îranî re destnîşan kir, di êrişê de berpirsekî veterneriya Kirmaşanê bi navê Dr. Hucetullah Nîk Ezm û ajovanê Qayimeqamê Dalaho jiyana xwe ji dest dane. Seferî herwiha got: “2 gulle li Qqayimeqamê Dalaho Feramerz Ekberî ketine û ew bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û niha di jûra emelyatê de ye. Li gorî zayariyan rewşa wî dijwar e, lê rewşa tendirustiya Felatpîşê baş e û birînên wî sivik in.” Heta niha ti aliyekê berpirsatiya êrişê negirtiye ser xwe.Rudaw
Back to top button