Dahata petrola Kurdistanê ya 6 mehên destpêkê eşkere bû

  Li gor rapora Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya  Kurdistanê di 6 hemên destpêka îsal de, 100 milyon bermîl petrola li kêlgehên Kurdistanê û bajarê Kerkûkê hatiye firotin û dahata wê jî 2 milyar û 750 milyon dolar bûye. Wezaareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê derbarê firotina petrola Kurdistanê de raporek belav kir. Li gor raporê di meha Çileyê de berhemanîna petrolê gehiştiye asta herî bilind û di vê mehê de 22 milyon û 256 hezar û 131 bermîl petrol hatiye derxistin û ji vî jî 18 milyon û 656 hezar û 131 bermîl hatiye hinardekirin. Ji ber kunbûna xeta petrola Ceyhanê berhemanîna petrola Kurdistanê di meha Sibatê de bi awayek berçav daketiye û 13 roj hinardekirina neftê rawestiyaye. Di Sibatê de 13 milyon û 751 hezar û 944 bermîl hatiye berhemanîn. Ji vê jî 10 milyon û 151 hezar û 944 bermîl hatiye hinardekirin û 3 milyon û 600 hezar bermîl jî ji bo pêwîstiyên navxwe hatiye bikaranîn. Di raporê de tê destnîşankirin ku ji ber êrîşa ser boriya nefta Kurdistanê ku li axa Bakûrê Kurdistanê hatibû teqandin, Kurdistanê 200 milyon dolar zirar kiriye. Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê amara giştî ya berhemanîn, hinardekirin û dahata petrolê jî bi vî awayî eşkere kir: Berhemanîn:106,717,484 bermîl Hinardekirin:85,717,484 bermîl Bikaranîna navxwe: 21,600,000 bermîl Dahat:2,728,360,468 dolar Heqdestê Şîrketan: 374,106,367 dolar Qazanc: 2,354,254,101 dolar 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: