Civak

Ew teroristê DAÎŞê hate kuştin

Ew çekdarê DAIŞê yê ku sivikatî li Alaya Kurdistanê kiribû, hat kuştin. Piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî cih û warên kurdan li devera Şingalê û deşta Mûsilê kirin, ne tenê gelek kes kuştin û revandin, sivikatî li nirxên kurdan bi taybet  Alaya Kurdistanê jî kirin. Yek ji wan çekdarên DAIŞê ku Alaya Kurdistanê li ser banê saziyeke kurdan anîbû xwarê û dirrandibû, Letîf Mihemed Şerîde bû. Ew xelkê gundê Hacî Eliye yê Mûsilê bû. Li gorî agahiyên BasNewsê, Letîf Mihemed Şerîde duh li başûrê bajarê Mûsilê û ji aliyê tabûra Hewlêrê ya artêşa Iraqê ve hat kuştin.

Back to top button