CîhanCivak

Teroristên biyanî direvin

Di nava heftiyekî de 70 teroristên biyanî yê DAÎŞê xwe radestî pêşmerge kirin Fermandarekî Pêşmerge li eniya Başîkê dibêje ew xelkê ku li navçeyên bin destê terorîstên DAIŞê ne, di rewşeke pir xerab de dijîn, lewma ji wir direvin û berê xwe didin navçeyên bin destê Hêzên Pêşmerge.Lîwa Behram Erîf Yasîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Di nava hefteya borî de nêzîkî 70 kes ji navçeyên destê terorîstên DAIŞê xwe gihandine sînorê Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê, ku jin û zarok û pîr û kal di nava wan de hene.”Yasîn wiha got: “Ew xelkên di bin destê terorîstên DAIŞê de ne di rewşeke pir xerab de dijîn û jiyana wan pir nexweş e û dibêjin ew bêkar bûn û bê nan û av mane û terorîstên DAIŞê li Deşta Neynewa û derdora Mûsilê girûpên cuda dirust kirine û mijûlî birina kelûpelên nava malên kurdan in û bi nirxekî erzan difroşin.”Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Terorîstên DAIŞê bi xwe di rewşeke pir xerab de dijîn û bê moral kirine û ji eniyên şer bi destê Hêzên Pêşmerge dişkin û direvin, herwiha piraniya terorîstên biyanî jî ji Mûsilê direvin.”

Back to top button