
Tifaqa Millet ya ku IYI Partî jê derketî, di nawenda Partiya Saadetê civiya.
Di daxuyaniya piştî hevdîtina ku 4 demjimêra dewam kirî de hat ragihandin ku namzetê serokomariyê yê Tifaqa Millet wê di 6’ê Adarê de bê eşkerekirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Weke Hevbendiya Millet, em îro bi li nawenda Partiya saadetê de hatin ba hev. Taseya me ya ku hemû beşên civaka welatê me bi berfirehî tê de cih digirin û gelê me ava kiriye, îro jî ser li gorî çi prensîb û armancên ku di roja ewil de hatine danîn, bi biryar e ku xebatên xwe bi heman awayî bidomîne. .
Ti pêşketin nikare êşên ku gelê me ji ber karesata erdhejê dikişîne û qelsiya rêveberiya ku bûye sedema van êşan veşêre. Em careke din ji bo welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazin û em soz didin ku dawî li van lawaziyên îdarî bînin û tedbîrên pêwîst bigirin da ku hemû welatiyên me li bajarên ewle û ewlehiyê de bijîn.
Ji roja destpêkê ve em vê pêvajoyek bi hizir, şêwir û lihevhatinek hevpar dimeşînin. Bi hişmendiya ku em di berbanga serdemeke nû de ne; Em ê hêviyê li van xakan ji nû ve geş bikin û bi hev re li welatê xwe yê bedew şert û mercên jiyanê yên li gorî rûmeta mirovahiyê ava bikin.
‘Em ê di 6’ê Adarê de namzetê xwe diyar bikin’
Em bi biryar in ku bêyî ku bi duh û îro re asê bin, Tirkiyeya Sibe ava bikin û vejînin! Bêyî ku tu kesî ji nava 85 milyon gelê xwe bihêlin, dilê kesî bişkînin, baweriya xwe bişkînin em ê rêya xwe bidomînin.
Armanca me ev e; Serkeftinek bê windaker e!
Di vê çarçoveyê de; Weke ku me di civîna xwe ya berê de jî biryar dabû, emê di 6ê Adarê roja duşemê bicivin.
Em ê di hilbijartinên Serdema 28’an a Parlamenteriyê û 13’emîn a Serokkomariyê de daxuyaniya dawî ya namzetê xwe yê Serokkomariyê yê hevpar û nexşerêya pêvajoya derbasbûnê bi raya giştî re parve bikin.”