CivakRojev

Sancar: HDP bi berpirsyariyên xwe dizane

 

Piştî di Tifaqa Millet de lihevnekirina li ser namzetê serokomariyê, li Enqereyê siyaset hem çalak û hem jî aloz bû.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî erdhejên li navenda Mereş û Hatayê, biryara xwe ya namzetiya serokomariyê ji nû ve nirxand û piştî geşedanên dawî yên siyasî biryar da ku Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) bi awayekî awarte bicivîne. 

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, ji ber bernameya erdhejê ya li Defne ya Hatayê tev li MYK a HDPê nebû, ji ber vê Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar civîn bi rêve bir. 

HDP bi berpirsyariyên xwe dizane 

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, piştî civîna MYK ya awarte daxuyanî da. Sancar, anî zimên ku divê hevgirtina erdhejê bidome û got, “Weke HDP, bi biryarên ku emê bi berpirsyarî bigirin, emê bibin xwediyê feraseta ku pêdiviyên gelên Tirkiyê yên aştî, edalet û azadiyê bi cîh bînin”. 

Sancar got, “Em bi biryar nêrînên xwe yên li ser tifaqa herî berfireh a demokratîk diparêzin”. Sancar herweha anî zimên û got, “Rêya ku em ê di derbarê namzetiya serokkomarîyê de bişopînin me eşkere kir, lê piştî erdheja ku ji ber erdhejê çêbû emê pêvajoya namzediya serokomariyê ji nû ve binirxînin. Pêvajo dewam dike”. 

 

Back to top button