Mamostayên Zanîngehê rexne li biryarên îdara Dihokê digrin

Mamostayên Zanîngehên yên pîsporê warê îdarî û kargêriyê da biryarên Jûra Operasyona Parêzgeha Dihokê bi ne lêkolînkirî diyar dikin, eşkere dikin ku baştire çi cîh neyên vekirin heta qedexeya hatin û çûnê bi dawî tê.

Dr. Mêhvan Şerîf Gulî Serokê Beşa Zanistên Îdarî û Kargêrî ya Zanîngeha Zaxo eşkere kir ku biryarên Jûra Operasyona Parêzgeha Dihokê ne lêkolînkirîne û vekirina dukanên mobila û kargehên bloka û gelek cihên din ne ji pêdiviyan bûne û cihên girîngtir hebû diviya bêne vekirin.

Serokê Beşa Zanistên Kargêrî diyar kir ku sertraşxane hatine vekirin lê belê heta astekê baş rêkaran bi cîh neanîne û kontrol ser hebûn lê belê vekirina dukanên mobilan gelek qelebalixiyê dirust kiribû û heke bi vî rengî ba renge ked û westandina xelkê hemû avê da çûbûya û biryar heke ne lêkolînkirîbin her zû dukan dîsa nedihatin girtin.

Heman demî de Dr Hîşam Yusif Şêwirmendê Nexweşiyên Şewb û Berevaniyê û Mamostayê heman zanîngehê got: Heta niha biryarên Jûra Operasyona Parêzgehê li ser bingeheke şaş hatine avêtin, vekirina dukanên mobila û kargehên blok û eleminyumê hîç mifa têda nîne ji bilî metirsiyên zêdetir. Baştir bû heta 23 yê meha 5 çi biryar nehatiban derxistin heta dûvdaçûna karvedanan baştir hatiban kirin.

Dr Hîşam vê yekê jî got: Bila çi dukan û cih nehatiban vekirin, bi tenê marketên nava taxan de hatiban vekirin. Baştir bû sertraşxane û kilînîkên nujdariyê vekirîban û eve li gor rêkarên tendirustiyê hatiban vekirin ku pêdiviya xelkê li ser heye.

her wiha Gulî destxweşiyê li hêzên emnahiyê û nujdar û fermanberên tendirustiyê kir ku ev dema bihûrî da berdewam xizmeta xelkê da bûne.

Nerîna min :