CivakRojev

Malikî:Çarçoveya hemahengiyê aliyekî girîng e

Serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî diyar kir ku li gor peymana di navbera Rêveberîya Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de wê mûçe bên şandin.

Malikî li Bexdayê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re civîya. Nûrî Malikî, di daxuyanîya xwe ya piştî civînê de got: “Em di wê bawerîyê de ne ku giring e gelê me yê Kurd di çarçoveya peywendîyên stratejîk û şirîkatîya rasteqîn ya di navbera hemû pêkhateyên gelên Iraqê de bi yekîtî û aramî bijî”.

Malikî herweha got: ”Ez bawer nakim ku di navbera hikûmeta Iraqê û Rêveberêya Herêma Kurdistanê de tu pirsgirêkên ku neyên çareserkirin hebin, lê belê di navbera şanda hikûmetan de proseyek pêdaçûn û têgihiştinê heye. Dema ku lihevkirinek siyasî pêk hat, divê bê cîbicîkirin. Eger di hin madeyan de nakokiyek hebe, wê bi diyalogê çareser bibe. Çarçoveya hemahengiyê ji bo avakirina hikûmeta hemû Iraqîyan alîyekî girîng e”.

Back to top button