PolîtîkRojev

ji bo çareserkirina pirsgirêka butçeyê emê hemû gavên pêwîst bavêjin

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubad Talebanî diyar kir ku hevdîtinên li gel berpirsên hikûmetê û alîyên siyasî yên li Bexdayê hatine kirin gelek zelal, cidî û erênî bûn.

Kubad Talebanî di derbarê hevdîtinên di navbera Herêma Kurdistanê û şanda Hikûmeta Iraqê de daxuyanîyek da.

Alîkarê Serokwezîr Talebanî got: “Hevdîtinên ku li Bexdayê li gel serokwezîrê hikûmetê, bi serok, serokwezîr, serokê parlamentoyê û serokên partîyên siyasî re hatin kirin gelek zelal, cidî û erênî bûn”.

Kubad Talebanî amaje bi mijarên pişka bûdceyê û mûçeyên karmendên ku di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bûne sedema qeyranê jî kir û got, em dixwazin gelê Kurdistanê û bi taybet karmend bizanin ku emê dudilî nebin û ji bo çareserkirina pirsgirêka butçeyê hemû gavên pêwîst bavêjin”.

Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh serdana Bexdayê kiribû û di derbarê pirsgirêkên darayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de gotûbêj kiribûn.

Back to top button