Polîtîk

Malikî dixwaze yekîtiya Kurdan têk bide

Endamekê serkirdayetiya Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê dibêje ”Ew nameya Nurî Malikî Serok Wezîrê Iraqê ya ji bo Emîndarê Giştî yê Yekgirtiyê Îslamiya Kurdistanê re şandî, di çarçoveyê amadekariyên pêkanîna Hikumeta nû ya Iraqê daye.

Çavdêrên siyasî jî di wê baweriyê dane şandina name ji aliyê Malikî ve ya ji bo hinek aliyên siyasî, Malikî niyeteka xerab heye û ji bo ji hevdû veqetandina nav mala Kurdî ye.

Hêjayî gotinêye ku berê jî Nurî Malikî xwestibû li gel çendîn partiyên Kurdistanî peymanên veşartî pêkbîne û ji bo vê yekê jî hinek hevdîtinên nihênî pêkanîbûn.
Back to top button