Civak
Malî Wefayî li Ferhad Pîrbal diborîne
Soran Ezîz xwediyê Malî Wefayî ya ji bo çap û belawkirina pertûkan li rûniştina dadgehê ya di derbarê doza şewitandina Malî Wefayî ji aliyê Ferhad Pîrbal ve, daxwazê ji dadwer kir ku Ferhad ji wê qefesê bîne derve ku tawanbar têda têne rawestandin.
Behsa ewe jî kir ku Ferhad daxwaza lêborînê kir û min jî wî efû kir û ez lêborîm
Tekez jî kir ku Pîrbal li ber dadwer daxwaza lêborînê li min kir ku wê karê beranber Malî Wefayî de kiriye û ez jî lê xweşbûm û min lêborand û lêpirsîna xwe jî min vekişand.
Meha nîsana 2019 Dr Ferhad Pîrbal nivîskar û mamostayê zanîngehê dema ku Malî Wefayî ya li Hewlêrê şewitand hate destgîr kirin, lê belê paşê bi kefalet hate azad kirin.