Civak

Malbata Abdulselamoglu serbest berdin

Yaşar Abdulselamoglu, akdemisyenek kurde û endamê komiteya pişgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê ye. Roja 22.07.2017ê ji aliyê polisên Aydinê ve, jina wî, keça wî û mêvanek wan hemwelatiyê Ingiltere hatine girtin.Heta niha di binçav de ne.Di vê derbarê de partî û rêxistinên Kurdistanî daxûyaniyek hevbeş ragihandin û didin xûyakirin ku, ev bûyereke ku encama rewşa awarteye û bi tu bihayekî nade azadî û mafê mirovan. Herweha partiyên siyasî vê bûyerê şermezar dikin û daxwaz dikin ku ew rojek zûtirîn bêne berdan.Partiyên ku daxûyanî belav kirin evin:Ayetullah Aşitî- Tevgera AzadîMustafa Özçelik- Serokê Giştî yê PAKSertaç Bucak- Serokê Giştî yê PDK-Bakur M. Emin Kardaş-Serokê Giştî yê PDK-T Mesut Tek- Serokê Giştî yê PSK Sinan Çiftyürek- Serokê Giştî yê ÖSP

Back to top button