Polîtîk

Em bê merc piştgiriya referadûma Kurdistanê dikin

Partiya Sosyalista Kurdistanê civîna xwe ya koiteya Nawendi li Dersimê li darxist. Piştî civînê di derbarê biryarên  civînê daxûyaniyek ji bo raya giştî ragihandin.Daxûyanî:


Em bê merc piştgiriya referadûma Kurdistanê dikin.Lijneya Merkezî ya Partiya Sosyalist a Kurdistanê di 22.07.2017an de li Dêrsimê civîya. Piştê nirxandina xalên rojevê, biryar hat sendin ku encamnama li jêr ji raya giştî re bê parve kirin.Li ser hewldana derba eskerî ya 15 Tirmeha 2016an salek derbas bû. Di serî da raya partiya me ew bû, ku divê kesên derbekar gavek zutir û bi awayeke edlane bên darizandin. Lê heman demê da me destnîşan kir, ku beriya her tiştî divê ew zihniyeta ku rê dide derbeyên eskerî ji holê bê rakirin.Lê gelek mixabin, di sala derbasbûyi de ciyê ku li himber zihniyeta derbekar û milîtarîst gavên esasî bên avêtin, gelek mexduriyet û travmayên nû û cuda peyda bûn. Piştî hewladana derbeya eskerî ya 15 Tirmeha 2016an, Rewşa awete (OHAL) qaşo li himber derbekarên di nav dewletê da hat îlan kirin. Lê tê dîtin ku Rewşa Awerte her diçe mayînde û dijwartir dibe.Biryarên di Hukmên Kanunan da (KHK) jî ji armanca xwe dur dikevin û li himber civatê her roj wek şûr tên bikaranîn.Partiya me bi eşkere, di derbarê Rewşa Awerte û KHKan de nerazîbûna xwe dîyar dike, ji siyaseta hikumetê ya li ser şer, pevçûn û tehdayê ku her diçe dibe sedemê dijberî, şikestin û mexduriyetên civakî, fikarên xwe bi lêv dike.Herweha bangawazî dike ku desteserkirin û girtinên li himber ew kesên siyasî, dezgeyên sivîl û çalakvanên mafê mirovan ku tu pêwendiyên wan bi hewldanên derbeya esekerî tuneye bi dawî bê û Rewşa Awarte gavek zû betal bibe.Ji aliyê din ve em dibinîn ku qayyumên ku jibo bajar û navçeyên Kurdan hatine tayin kirin, navê cade, kuçe û meydanên van deran bêusulî diguhurînin. Ew hêkel û abîdeyên ku dîroka me temsil dikin tên xirab kirin yan jî holê tên rakirin. Em, van kiryarên hovane û vandalî ku bi armnaca tunekirina bîr û tarixa me birêve diçin, bi tûndî şermezar dikin û daxwaza terkandina vê helwestê dikin.Yek tiştê ku ciyê fikarêye jî ew e ku hejmara kuştiyên sivîl û masumen di şerê dawî da roj bi roj zêde dibe. Hêzên dewletê di operasyonên eskerî da kesên sivîl bi hêsanî ji xwe ra dikin hedef û PKK jî kesên sivîl direvîne û dikuje. Kiryarên bi vê awayî eşkere ye ku bi her awayî dijê hikuqa navnetewî û hemî prensibên exlaqî û wicdaniye û bi carî nayê qebûl kirin.Divê ev siyaseta li ser şer, pevçûn û nesafîkirinê ku civatê ber bi tarîtîyê ve dibe rojek zutir bê terikandin.Ew zimanê tund yê ku li Tirkiyê dibe sedemê dijberî û aloziyê divê bidawî bê û pewîst e hemî pirs bi riyên aştiyane û diyaloxê bên çareserkirin.Li Tirkiyê meseleya Kurd ya sedsalî jî tenê dikare bi riyên aştiyane, li ser heq û hiquq û edaletê û bi naskirina mafên wê yên neteweyî û demokratik bê safikirin.Ceribandinên tehl yên sed salê dawî bi vekirî nişanê me daye ku xeynê vê, tu riyeke din tuneye.Lijneya Merkezî ya Partiya me, herweha di civîna xwe da li ser Referanduma Serxwebûna Kurdistanê ku wê di 25ê Îlona 2017an bê li darxistin jî sekini.Di vê çarçoveyê de partiya me;Referanduma Serxwebûna Kurdistanê di têkoşîna azadiya miletê Kurd de wek gavek dîrokî destnîşan dike û bawer dike ku wê encamên vê birayarê ne tenê li Başurê Kurdistanê, di heman demê de li seranserê Kurdistanê bandora xwe nişan bide.Lijneya Partiya me bê qeyd û merc piştgiriya Referanduma Serxwebûna Kurdistanê dikeEm bangê hemî dezge, dewlet û kesayetiyên navdewletî dikin ku ji iradeya gelê Kurd ya referandûm û serxwebûnê ra rêz bigrin. Piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê hem wezifeyeke ehlaqî û wicdanî hem jî jibo aştî û aramiya herêmê merceke gring e.Partiya me bangê hemî Kurdên li dinyayê, bi taybetî ji Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkyê dike, da ku jibo piştgiriya referanduma serxwebûnê hemî tev seferber bibin.Bi vê mebestê partiya me di 15ê Tirmeha 2017an de tevî pênç partiyên din Komxebata Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li dar xist û İnisiyatifa ku bo piştgiriya pêvajoya referandumê hat hijbijartin de ci girt.Partiya me biryar girtiye ku heta 25ê İlonê jibo piştgiriya referandûmê wê sefer bibe.Herweha partiya me bawer dike ku di referanduma 25ê İlonê da wê daxwaza serxwebûnê bi asteke bilind bê erêkirin.Li aliyê din Partiya me di 23ê Tirmehê de bi minasebeta 80 saliya komkujiya Dersimê, li vê bajarê qedîm konferansek li dar xist da ku ev bûyera dîrokî bi her awayî rohnî bibe.Lê mixabin hîn kesên nediyar ku ji rohnîkirina rastiyan ditirsin elektrika salona konferansê bi awayeke hovane û dijê demokrasiye qut kirin. Tiştê ecêb û balkêş ev e ku kiryarên bi vê awayî di dema hikumeteke ku jibo qetliama Dersimê ozir xwestiye de diqewimin.Em wek parti, van kiryarên neqanuni, hovane û derê mirovatiyê bi tundî şermezar dikin û jibo berşdariya xurt û girseyî ya Konferansê ji gelê me yê Dêrsimê ra spasiyê dikin.Bi vê sedemê em di serî da bangê hikumetê û her kesên eleqedar dikin; bila derbarê Qetliama Dêrsimê hemî rasti ronî bibin, bila arşivên dewletê ji raya giştî re vebibin, bila ciyê mezelê Seyîd Riza bê eşkere kirin. Da ku hem li Tirkiyê zemina lihevhatineke civakî pêkbê hem jî jibo meseleya Kurd riya çareseriyê vebibe.Em ê kar û hewldanê xwe yên bi vê awayî bi biryarî bidomînin.Em li bi giramî hevalê xwe Mustafa Yoldaş Durucuyê yad dikin, ku yek ji damezranerêPartiya me bû li navçeyê dersime alayê PSK bilin ragirtibû.Em carekî dine di salvegera 80an a Terteleyê Dersimê da li ber huzura şehidan qirnoş dibin.25 Tirmeh 2017Partiya Sosyalist a Kurdistan

Back to top button