Makezagoneke nû û helwesta siyaseta kurd
Dİ ZAVİYA ÇARESERKİRİNA PİRSA KURDİSTAN DE
Lİ TİRKİYÊ ÇÊKİRİNA MAKEZAGONEKE NUH Û HELWESTA SİYASETA KURDA:
Pirsa Kurda-Kurdistan ne hiqûqî, siyasi ye.
Helbet aliyên xwe yê hiqûqî, aborî, kulturî, ewlekarî, demokrasiyê ûwd.yên doza Kurdistan hene. Ev mijar hemî tesîra xwe (musbet-menfî) li civatê û hela meselê jî dikin. Lê doza Kurdistan di esasê xwe de kêşeyeke siyasi ye. Lewra çareserî jî bi muzakere û peymanên siyasî pêktê.
Pirs û proplemên aborî, kulturî, hiqûqî, ewlekarî, maf-azadiyan ûwd. heta radeyekî ji alî dewletê/hukumetê de yek alî dikarin werin helkirin, ku evê tesîra xwe li hela meselê jî bikin.
Belê çareserkirina kêşeyên siyasî bi emeliyatên yekalî nabin. Bi lihevkirina herdû aliyan (aliyên Kurda û dewlet/hukumetê) dibe, ku di lîteratura siyasî de navê vê prosesê “Muzakere” ne.
Yek alî yek tiştek dikare bibe, ku ew jî îro di ajanda tu kesî (terefên Kurd) de nîne; ew jî mesela bi zorê veqetandinê ye. Heger hesabekî Kurda weha hebe û quweta wan jî bigihîjê, dikarin bi şer, bi zorê hukumdariya Dewleta Tirk ji ser welatê xwe bavêjin û serxwebûna xwe îlan bikin. Belê tişta ku tê dîtin; tu hizir, hesab û haziriyekî weha ji aliyê tu hizbekî Kurdan de nayê kirin.
Ji wê bonê, kêşeya Kurdistan dê di riya diyalog û muzakereyan de û li ser masê were helkirin. Riya hêsa, kêm rîsk û medenî jî ev e. Mase, du aliye; aliyê Kurda û yê dewlet/hukumetê.
Gelo em nuha di vê merhalê, merhala “herdu aliyên masê”, yanî muzakereyan de ne?
Ya rast carna mirov divê qêy pêvajo ew pêvajoye û hêvî zêde dibin. Carna jî pêvajo bêmane qut dibe.. Carna ji dewlet-hukumetê, carna jî li ser navê Kurda ji PKK-ê pêvajo tê ritimandin.
Mesela, ev hêvî û hewa di 2004-2005-an de hîn zêdetir bû. Belê ji nuh de şer destpêkirina PKK-ê ya bê “mane” wê pêvajoyê ritimand. Dîsa piştî referandûmê û di pêvajoya hilbijartinan de ev geşbînî hîn xwirtir bû (paşê hate dîtin ku di wê navê de, di nava PKK-ê û dewletê de muzaker jî çêbûne). Belê piştî hilbijartinan pêvajo careke din ji alî PKK-ê de bi konsepta “Devrimci halk savaşı” hate sabotekirin. Îro belkî dewra herî xerab e. Li her alî weke “Nêçîra cadiya” operasyonên siyasî, girtin, kuştin û komkujî pêktên. Lê nabe ku em hêviya xwe ji riya aqlê-selîm û çareseriyê qut bikin.
Helwesta sîstem/dewletê çidibe bila bibe, tercîha siyaseta Kurda, hele di dewra îro de divê her riya sulhê û muzakereyan be.
Pêvajoya muzakereyan dikare ji prosesa makezagonê destpê bike.
Di pêvajoya çêkirina makezagoneke nuh de erk û wezîfa Kurda ya sereke yekîtiya netewî û weke terefekî siyasî pozîsyon girtin e…
Terefbûna aliyê Kurda ne weke terefbûna CHP-ê, MHP-ê an grûbekî din yên nav sîstemê ye. Terefbûna Kurda, bi temamî li derva û li hamberî sîstemê ye.
Lewra ev sîstem bi tu dezgeyekî xwe Kurda temsil nake û Kurd weke netew perçeyekî vê sîstemê nînin. Ne parlemen a Kurda ye, ne perwerde, ne artêş, ne al, ne sirûd û ne tu dezgeyekî din… sîstem bi temamî li ser red, înkar û tunekirina Kurdayetiyê hatiye avakirin. Ji wê bonê, ev sîstem ya ewê li ser esasê wekhevîya gelan bibe sîstema Kurd û Tirka; ku navê vê federali ye, yan jî Kurdê li derva û dijî vê sîstemê bimînin û kêşe dê her berdewam be.
Aliyê dewletê/Tirka (bi pêvajoya asîmîlasyon û entegrasyonê û -asîmîlekirina fahma siyasî-), her dixwazin Kurda bikşînin nav sîstemê û bi vî awayî doza Kurdistan ji radeya welat û netewiyetê derêxin, daxinin pirsa “hinek Kurda.“
Ji wê bonê Kurd divê hukmî şexsiyeta xwe ya siyasî û netewî bi parêzin û bi înad li dervayî sîstemê bimînin/bisekinin. Ev helwest û pozîsyon standin, şertê ewil e.
Ku em werin ser pirsa makezagonê:
Di çêkirin an afirandina makezagonan de sê faktirên esasî hene ku hersê jî weke hev rûmetdar in:
Yek jê naveroka makezagonê ye. Yanî li hamberê desthilatdariyê mîsogerkirina maf û azadiya jêredestan û hemû kesan e.
Ya duduya, ideolojî an felsefa makezagonê, yanî prensîbên makezagonê yên seretayî ne. Ev makezagon dê li gorî kîjan prensîb û nirxan were danîn.
A sisiya, usula çêkirin an danîna makezagonê ye. Hun ê vê magezagonê bi kê re, çewa û li ser kîjan esasa ava bikin? Aliyê makezagonê yê hevpeymaniya siyasî û civatiye.
Herdû faktirên ewil, karekterê makezagonê yê demokratîk û mafparêz îfade dikin. Belê faktira sisiya, pirsa temsîlê û meşrûiyetê ye. Ew belgenivîsa (di vir de makezagona) ku bi îrada terefan ya azad (di vir de netewa Kurd) nehetibe pejirandin, naveroka wê çiqas mafparêz dibe bila bibe, ji bo wan terefan (Kurda) meşrû nayê qebûl kirin, û wan temsîl nake.
Mesela; sebebên ku makezagonên darbeyên eskerî meşrû nayên qebûlkirin, ne naverok ne jî felsefa wan e, sedem di usûla çikirina wan de ye. Ji bo ku yek alî bi “empozê” têne çêkirin, ji alî temsîl û beşdariyê de meşrû û demokratîk nayêne qebûl kirin.
Baş e, Kurdên çewa wekî teref bêne qebûl kirin û huxatab girtin?
Kurd divê berya her tiştî yekîtiya xwe ya siyasî (qet nebe di mijara makezagona de) avabikin, daxwazên xwe bi rêz bikin û bi heyetekî temsîlî bi hukûmet û muxalefeta Tirkiyê re hevdîtinan pêkbînin.
Ev nebe, di nav tevahiya Tirkiyê de dê Kurd wenda bibin; ne giraniya wan çêdibe ne jî rûmet û hesabê wan tê girtin. Kurdê di nav tevahiya Tirkiyê de bêtesîr bibin û carekî din li ser “masê”, dê wenda bikin.
Hêz û hesabê Kurda di terefbûn û yekîtiya wan de ye. Tu kes hesabê Kurdên ji hev perçe û di nav sîstemê de belavbûyî nake.
Lê heger Kurd li dora proje û programekî rasyonel kombibin, yekîtiya xwe ya siyasî pêkbînin û weke terefekî cuda bisekinin, bêguman wê bandora wan jî, qedr û hesabê wan jî zêdetir bê girtin.
Li hamberê tawrê Kurda yê yekgirtî û siyaseta wan ya rasyonel, sîstem nikare zêde statukoparêziyê bi domîne. Ya ewê guh bide dengê wan û li dinyayê pirsên netewî çewa hatine helkirin ewê jî li ser wê zemînê nêzîkî meselê bibe, yan jî heta heta wê meşrûiyeta xwe bide nîqaş kirin û ewê jî rihetiyê nebîne…
Qet nebe di mesela makezagonê de Kurd dikarin yekhelwestiyekî derxînin pêş. Hema di çerçeva encamnama “Li Tirkiyê Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê” ya payîza çûyî de terefên siyasî û şexsiyetên nasraw (vexwendî û beşdarên wê konferansê) dikarin werin cemhev, çerçeveyekî siyasî/fikrî daynin ortê û heyetekî ji nav xwe hilbijêr in û bêjin şert û gotinên me yên li ser makezagonê ev, ev, evin û heyeta temsîlkar ya ku me hemiya temsîl dike jî ev e..
Piştî hîngê tiştên ku lazime derkevin pêş.
Carekî divê bê zanîn ku ev munaqeşe di wexteke pir pozîtîf de çêdibin. Li herêmê guhartinên mezin pêktên. Statukoya sedsala çûyîn wek berikên domînoyê yek bi yek dirûxin. Li Başûrê Kurdistanê statuyeke ji federasyonê wêdetir pêkhatiye ku sînerjiya xwe daye temamê Kurdistanê û dinyayê. Ji vê astê berjêrtir helwest û daxwazkirin dibê neyê munaqeşe kirin. Kêmtirîn divê federasyoneke weke ya İraqê were xwestin û parastin. Her weha li ser mesela ku federasyon ne “felaket e”, ne cudabûn e, ne “mubadele” ye, bîlakîs hevre jiyane, wekehevîti ye, birayetiya navbera gel û kulturan e, ûwd.de, bi civîn, konferans, daxwiyanî û hevdîtinan terefê Tirk/Tirkiyê divê were ragihandin.
Meyzandina Kurda ya li ser pêvajoya makezagonê divê li ser vî esasî were avakirin.
Ji bo makezagona nuh hin daxwaz û şertên ku lazime derkevin pêş ev in:
1-) Çarekî mesela Kurda, divê weke meseleyekî neteweyî û mesela Kurdistan rast were tarîf kirin. Bê gotin ku “Li dinyayê her neteweyekî medenî xwediyê çi mafa be, ew maf ji bo Kurdan jî rewa ne û em jî wan mafan dixwazin.”
2-) Ji serxwebûnê bigre heta otonomiyê riyên çareseriyê hene ku hemî jî meşrû ne û divê bi rihetî werin parastin û nîqaş kirin.
3-) Berevajiyê wan gotarên ku dibêjin bila “makezagon notir” be, yan jî ji “îmayên etnîkî dûr” be, bi gotina moda”kor etnîk” be, divê makezagon Kurda weke netew tarif bike û bi pejirîne. Di vê mijarê de hevoka rasteqîne eve ku bê gotin, “Dewleta me ya nuh ji du neteweyên (Tirk û Kurd) sereke û gelek kêmnetewe, dîn, mezhep û kulturên cudareng pêktê”, divê di makezagonê de cih bigre.
4-) Makezagona dewleteke federal nebe jî (ku nîn e, ev makezagon makezagoneke muwaqet e), dikare îşaret bi sîstema federaliyê bike û rê li ber sîstema federaliyê veke.
Ji vê bonê di makezagonê de;
5-) Mafê perwerda bi zimanê dayikê divê were pejirandin û mîsogerkirin-xeta sor-,
6-) Bi nasnama Kurd-Kurdistan xwe îfade û bi rêxistinkirin; partî, sendîka, komele danînê divê were pejirandin.
7- ) Li gor prensîbên “Li çiyê xwe xwe îdarekirin”ê divê erk û rola şaredariyan were fereh kirin; di vê çerçevê de rê li ber damezrandina meclîs û îdareyên herêmî were vekirin.
😎 Helbet prensîbên demokrasiya plural; azadiya dîn, wijdan, fikr, mafên sosyal û xwe bi rêxistinkirinê, bêsînor divê were pejirandin.
9-) Uwd.
Gelo ku guh bi van daxwazan neyê kirin divê Kurd çi bikin?
Bi qenaeta min divê ji nuha de di “çeltikê” siyaseta Kurdan de ev hizr û hesab jî hebe. Wexta ku weke terefekî siyasî Kurd neyên pêşwazî kirin û daxwazên wan di makezagonê de cîh negrin, divê “qartekî” Kurda ku bêalternatîf nemînin jî hebe.
Ew qert, qertê boykotê ye!
Di çêkirina makezagonê de du rê û îhtîmal hene: yek jê riya di parlamenê de derbaskirina makezagonê ye, a din riya referandûmê ye. Heger makezagon di parlamenê de derbas bibe, divê parlementerên Kurd destekê nedin wê makezagonê û ji parlemanê vekişin “Sîneya milet”.
A duduya; heger makezagon bi riya referandûmê were pejirandin, wê demê li Kurdistanê bi nîsbetekî heta ku mumkûne zêde ew makezagon were red kirin.
Di herdû halan de jî, ew makezagona ku daxwazên Kurda têde cih negirtibe û bi îrada miletê Kurd ya azad nehatibe pejirandin, meşrûiyeta xwe nabîne û ji alî “Hiqûqa makezagonê” de miletê Kurd girê nade, û evê krîzekî nuh ya meşrûiyeta sîstemê derxîne pêş.
Çend nimûne li ser tabloya dengên Kurda:
Di vê mijarê de mînaka herî dawî hilbijartinên giştî yên 12-ê Hezîrana 2011-a ne. Tevî hemû dezawantajên “hiqûqî” (nisbeta barajê, qanûna partiyên siyasî, blokaja Konseya Heyeta Hilbijartinê), zext û dorpêçana sîstemê û kêmahiyên siyaseta Kurda, di hilbijartinên navborî de, nîsbeta dengên Kurda weha bû:
Li 7 bajarên Kurdistanê (Amed, Mêrdîn, Şirnex, Batman, Wan, Mûş û Çolemêrgê) nîsbeta rayên Bloqê/BDP-ê ji % 60, yên AKP-ê ji %32 bûn,
Li 17 bajarên din (Siwas,Mereş, Meletya, Entab, Semsûr, Riha, Elazix, Erzîncan, Dêrsim, Çewlik, Erzirûm,Qers, İxdir,Bidlis, Agirî û Sêrtê) nîsbeta dengê BDP/Bloqê-ê ji % 13, yên AKP-ê ji %61.
Di tevahiya van bajaran de nîsbeta dengê BDP/Bloqê-ê ji sedî 31, yê AKP-ê 50 bû.
Lê heger em çend bajarên ser sînor yên ku demografiya wan hatiye guhartin yên weke (Sêwas, Meletya, Erzîncan, Mereş û Entabê) ji serê hilînin, li 17-18 bajêrên mayî yên Kurdistanê nîsbeta dengê Kurdan ji %50-yî kêmtir nîn e.
Belê di referandûmê de hejmara dengê Kurdan dikare zêdetir be, ji ber ku berjewendiyên hilbijartinan di referandûman de nînin. Dîsa, di referandûman de hejmara kesên ku ji xwe berde naçin ser sandoqan herî kêm ji sedî 25-e. Bi qenaeta min heger Kurd yekdestî helwestê bigrin, xwe baş îfade bikin û lê bixebitin, li 17-18 bajarên Kurdistanê nîsbeta dengên boyqotê (tevî yên ku ji xwe naçin ser sandoqan), dê ji sedî 70-yî berjêr nekeve. Wexta ev encam derkeve holê, êdî ji referandûma makezagonê wêdetir şert û zirûfên self-determînasyonê derdikeve holê, ku doza Kurdistan êdî dikeve merhaleyekî din, merhala “Qedera xwe tayînkirinê!”
Gelo hêvî têkirin ku makezagoneke nuh ya hevmuşterek were çêkirin?
Na. Hêvî bi herdû terefên siyasî jî nîn e. Terefên siyaseta Tirk, derdekî wan yê ji bo herkesi demokrasî, maf û azadiyê tune. MHP partiyeke nijadperest, faşîst û antî-Kurd e. CHP, eleqa xwe bi gel û rastiya civatê re nîn e, ew notirvaniya statuko û Kemalîzmê dike. Partiya herî nêzî demokrasiyê û guhartinan AKP ye (heta nuha). AKP ev bu sê dewre û neh sale ku bi ekseriyetekî mezin li îqtîdarê ye. Serê ewil mirov digo “AKP dixwaze tiştna bike, lê ji ber blokaja wesayeta eskerî û birokrasiya dewletê “ ne rihet e. Lê îro êdî li şûna wesayeta eskerî, bahsa wesayeta AKP-ê têkirin, belê AKP gavek bi şûnde hatiye. Weha xwanê dike ku AKP, bi qasî ku jêre lazime “demokrat” e. Tevî ku hinek tişt hatin kirin û guhartin jî, ne bi kadro, program û ne jî bi çapa xwe ya siyasî, AKP ew partiya ku mesela Kurd-Kurdistan hel bike nîn e.
Heger ne weha biya, beriya makezagonê tiştên ku di qanûnan de bi guhartinên piçûk bihatina kirin û hem mesela Kurdan hem jî mesela demokrasiyê gelek bihata pêşxistin hebûn, lê nahên kirin. Ku ji guhartina makezagonê zêdetir van gavan dikaribûn pêşiya civatê vekirna.
Wekî;
*Guhartina qanûna partiyên siyasî û hilbijartinan,
*Daxistina barajê/benda hilbijartinan,
*Guhartina qanûna antî terorê,
*Rakirina mahkemên taybet,
*Guhartin û îadekirina navên gund, bajar, cih û waran,
Belê ev tev li şûna xwe dimînin û di dewamkirina wan de israr tê kirin.
Lê ji van operasyon û girtinên bê pîvan û bê perwa re dikare çi bê gotin?
Ji van sedeman wisa xwanê dike ku demokrasiya AKP-ê ya sembol û sloganan, berbidawiya emrê xwe ve diçe.
Aliyê Kurdan xwediyê program û siyaseteke yekgirtî nîn in. Pirsa xwe ya temsîla netewî, ya muxatabiyetê dijîn. Hêza serdest (PKK-KCK û dorpêçên wê) ji xwe mirov divê qêy ne li vê dinyayê ne, ew di alemeke din, alema “Qendîl û Îmraliyê” ya fasîd de bi “fantaziyan” re mijûl in. Tevî vê hêza mezin, emek û bedêla giran jî, bawerî, cidiyet û îtîbara xwe qelsin.
Lê dîsa jî divê em geşbîn bin. Ji ber ku derdê me, doza me ya azadiyê, ya heqî û edaletê heye. Aliyê sîstem/dewletê çi dibin bila bibin, lê divê em ji alî xwe de hazir û amadabin, bi israr û bi îstîkrar têbikoşin.
10 Çile Diyarbekir
Av.Sabahattin Korkmaz
(Netkurd)