Mahmud Abbas kuştina serokê Hamasê Haniye şermezar dike
Serokê Filistînê Mahmûd kuştina Serokê Hamasê Îsmaîl Henîye şermezar kir û got, “Kiryareke tirsonek û geşedaneke xeternak e.” Komên îslamî yên Filistînê piştî kuştina Haniye banga greva giştî û xwepêşandanên girseyî li Şerîeya Rojava kirin.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê Serok Abbas kuştina Haniye bi tundî şermezar kir.
Abbas kuştina Haniye wek kiryareke tirsonek û geşedaneke metirsîdar pênase kir û gelê Filistînê bang kir ku li dijî dagirkeriya Îsraîlê berxwedan û yekîtiyê bikin.
Huseyîn El Şêxê Sekreterê Giştî yê Meclisa Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) jî kuştina Haniye bi tundî şermezar kir.
Şêxo ku kuştina serokê Hemasê weke aloziyeke metirsîdar nirxand, di vê heyama ku Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî gelê Filistînê zêde kiriye de banga yekîtî û berxwedanê kir.
Di daxuyaniyên nivîskî yên Tevgera Hamas û Muhafizên Şoreşê yên Îranê de hat ragihandin ku Haniye di êrîşa Îsraîlê ya li dijî mala wî ya li Tehranê de hatiye kuştin.