Polîtîk

Mafê Kurdan yê damezrandina dewleteke din heye

Nuray Mert Rojnamevana Tirkiyê li bajarê Essen beşdarî pêşangeha navdewletiya pirtûkan li Ruhr kir û li wir li semînerek de di derbarê rewşa Tirkiye û pêvajoya çareseriya aştiyê de daxuyaniyên girîng dan.

Rojnamevan Nuray Mert di derbarê rewşa azadiya raman û rojnamevanên li Tirkiyê de got: Ew rojnamevanên AKP rexne dikin ji kar têne derxistin, kesek dengê xwe dernaxe û kesek nabêje ev tişt heta kuderê diçe.

Nuray Mert li beşa pirs û bersîvan de behsa rewşa Kurdan kir û got: Eger Kurdan têkoşîneke mezin nedabûyan kesek mafê wan nedida û ew mafên ku niha hene jî wan bi xwe wergirtiye û kesek wan mafan nedaye wan. 

Her wiha Mert got: eger Kurd li vê têkoşîna xwe de daxwaza dewleteke cûda jî bikin, ez wiha hizir dikim ku belê mafê wan heye daxwaza dewleteke cûda bikin. Tu yasayeke wiha li cîhanê de tûne ku dewletek heta hetayê wekî xwe berdewam bibe. Ew mafê me tûne, em bibêjin îro van mafan dixwazin û wê sibê tişteke din bixwazin. Bi hezaran sale ew li ser wan axan dijîn.

Back to top button